08 Gulan 2016•Rojanekirin: 08 Gulan 2016
ÎSTANBUL
Serokomar Erdogan: "Bikaranîna kedkaran wek mertal û bi vî awayî êrîşkirina polêsan, malên kamuyê û kargehan, çi eleqeya wê bi mafên karkeran ve heye? Meşa bi alayên rêxistina terorê va çi eleqeya wê bi cejna karkeran va heye? Ev tevger beriya her tiştî li hember birayên min ên kedkar heqaretek e. Ev tevger û gotin herî zêde karkerên me yên bi rastî jî xwediyê vê cejnê ne aciz dike."
Serokomar Erdogan: "Perê karkeran tê birîn û mafên wan ên sosyal tê kêmkirin. Tevdîra ku qezayên karkeriyê çênebin û nexweşî negihîje karkeran nayê hildan. Qezenca wisa nabe. Ew qezenc li gor baweriya me heram e.
Di salên dawî da piraniya sendîkayên me, roja karkeran li gor ruh û maneya 1ê gulanê, wekî cejna karkeran pîroz dikin, ez ji bo na vê kêfxweş im. Ev dîmen normalîzebûn, kamilbûn û demokratîkbûna welatê me nîşan dide, bi taybetî dixwazim vê bîninm ziman.
Wekî ku Rêxistina Xebatê ya Navneteweyî (ÎLO) jî destnîşan dike, piraniya van mirinan, wate ji sedî 98ê wê heke tevdîra pêwîst were standin û verastkirinên heyî bi temamî bên cîbicîkirin, dikare pêşî lê were girtin. Ev reqam bi serê xwe li holê ne û didin nîşan ku pirsgirêkeke pir cidî heye û li ser mijarê divê em dûrûdirêj bifikirin. Qenaeta min ne ew e ku mesele ji ber derfet, pere, teknolojî û verastkirinê ye. Sedemê sereke yê vê dîmena rûreş, dîtina bi nakokî ya hemberî însanan e.
Ez ji vir bangî karsazên me dikim, hûn bi Xwedê kin dema ku hûn ucretê kifş dikin nêrîna mêtînkariya xwêdana eniya karkeran daynin aliyekî. Bizanin heke ku hûn heqê xwêdana eniya karkeran bidin, karê weyê bi bereket be û hûnê bêtir zengîn bin."