Sevim Hatun
08 Gulan 2016•Rojanekirin: 10 Gulan 2016
ANKARA
Serokwezîr Ahmet Davutoglu bi minasebeta roja dayikan, li Enqereyê wargeha kal û pîran ziyaret kir.
Davutoglu Navenda Xwedîkirina Kal û Pîran û Rehabîlîtasyonê ya li Çankayayê ziyaret kir. Di ziyaretê da endamên çapemeniyê hilnedan hundirê wargehê. Sare Davutogluya xanima Serokwezîr Davutoglu jî hat wargehê.
Ziyareta Davutoglu qasî saet û nîvekê kişand. Davutoglu, piştî ziyaretê welatiyên li ber deriyê wargehê hêviya wî sekinîbûn silav kir, bi hin welatiyan ra wêne kişand.
Serokwezîr Davutoglu û Sare Davutoglu piştî ziyareta vir derbasî mala hezkirinê ya li Çankakayê bûn. Ziyareta vir jî nêzî nîv saetê kişand û endamên çapemeniyê hilnedan hundir.