ANKARA
Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan bi civîna çapemeniyê naveroka pakêta demokratîkbûnê eşkere kir. Erdogan got ku pakêt encama 11 salan e û bi bîr xist ku pakêt ne ya ewilîn e, ne dê bibe ya dawîn.
Erdogan got ku pakêt ne pakêteke ku dê me hemû qeyd û bendan rizgar bike û ji hemû qirêjahiyan jî paqij bike ye. Lê ev yek ji bo gihiştina armanca di vê îstiqametê de merhaleyeke girîng e. Erdogan diyar kir ku pakêtê gel rûken kir û bû xewnereşkê derbexwazan û destnîşan kir ku Tirkiye ji bo demokrasiyê ketiye rêyeke bêveger û di vê îstiqametê de dimeşe.
Partiyên siyasî dikarin bi zimanên cuda û zaravayên cuda propagandayê bikin
Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan got ku bi guherîna Qanûna Partiyên Siyasî dê partiyên siyasî û namzed bikaribin ji bilî tirkî bi her ziman û zaravayê bangeşeyê bikin û dê partiyên siyasî bikaribin derfeta tetbîqkirina pergala hevserokatiyê bi cî bînin. Bi guherînê her kesê ku xwediyê mafê dengdayînê ye, dê bikaribe bibe endamên partiyên siyasî û dê arîkariya dewletê ji bo partiyên siyasî bê berfireftirkirin û mecbûriya di navçeyan de vekirina şûbeyên partiyên siyasî dê bê rakirin.
Erdogan destnîşan kir ku dê 3 alternatîf ji bo pergala hilbijartinê ya nû bên niqaşkirin û got ku "em dikarin bi pargala heyî ango bi bendava ji sedî deh dewam bikin, dikarin bendavê daxînin ji sedî 5an û bi komên 5î Pargala Hilbijartinê ya Herêmên Sînorkirî tetbîq bikin. Wek vebijêrka sêyemîn jî em dikarin bendavê li tevahiya welêt rakin û Pargala Hilbijartinê ya Herêmên Sînorkirî tetbîq bikin. Ji bo Tirkiyeyê kîjan çêtir e û qenc e, em ê wê bînin parlementoyê û li gor wê tevbigerin."
"Dê bi verastkirinên siyasî û kargêriyê bê tetbîqkirin"
Serokwezîr Erdogan got ku hinek ji reformên di pakêta demokratîkbûnê de hewceyî verastkirinên qanûnî ne, hinek ji wan jî bi verastkirinên kargêriyê yên wek biryara Lijneya Wezîran, guherîna rêzikname û versatkirinên siyasî dê bên bicîanîn.
"Partiyên siyasî dê bikaribin bi pergala hevserokatiyê bên birêvebirin"
Serokwezîr Erdogan destnîşan kir ku verastkirina duyemîn ya der barê mafên siyasî de jî li ser "arîkariya dewletê ya ji bo partiyên siyasî" kirin û wiha axivî: "Em çarçoveya arîkirina dewletê ya ji bo partiyên siyasî berfireh dikin. Em madeya 1emîn ya pêveka Qanûna Partiyên Siyasî diguherînin û ji bo arîkariya rêjeya ji sedî 7an dadixînin ji sedî 3yan. Ango ew partiyên ku di hilbijartinê de ji sedî 3 ray bistînin, dê ji xezîneyê arîkariya dewletê bigire. Em bawer dikin ku dê ev verastkirin partiyên siyasî xurt bike, beşdarbûnê zêde bike û reqabetê bîne asteke adilene."
Em bi verastkirineke din sazbûna partiyên siyasî hêsan dikin. Madeya 2yemîn ya Qanûna Partiyên Siyasî diguherînin, ji bo sazbûna li navçeyan, şerta li bajarokan mecburiyeta rêxistin avakirinê radikin. Di rewşa berdest de ji bo ku li navçeyekê rêxistinan ava bikin, divê li nîvê bajarokan rêxistinan ava bikin. Em vê radikin û gotina 'li bajarokan avakirina rêxistinê mecburî nîne' tînin.
Bi verastkirineke din em di partiyên siyasî de pêşiya hevserokatiyê vedikin. Di vê mijarê de me mînakên navneteweyî dan ber çavên xwe û li xebitîna demokrasiyan nêrî û me guherîna madeya eleqedar guncav dît. Em pêvekek li ser madeya 15emîn a Qanûna Hilbijartinê zêde dikin û bi şertê ku di tûzûkê de bi cî bigire û ji 2 kesan zêde nebe, derfeta sepandina hevserokiyê ji bo partiyên siyasî tînin."
"Bi ziman û zaravayên cuda derfeta bangeşeya siyasî"
Serokwezîr Erdogan destnîşan kir ku bi verastkirineke din astengiyên li ber endamtiya partiyên siyasî rakirin û wiha axivî: "Em derfeta bi ziman û zaravayên cuda bangeşeyê bikin, didin. Bi guherîna madeya 298an her cure bangeşeyê ku ji hêla partiyên siyasî û namzedên wan ve tên kirin, dê digel tirkî bi ziman û zaravayên din jî bikarin bangeşeyê bikin."
"Cezayên sucên nefretê zêde dibin"
Erdogan got ku di pêvajoya nû de dê bi awayekî rêk û pêk têkoşîna xwe ya li dijî nefret, dabeşkarî, mudaxaleya li ser jiyanê bidomînin û got ku em bi gehurîna qanûnan dê astengkirina bicîanîna hewceyiyên baweriyê jî bixin nav çarçoveya cezayê. Em ji bo kesên ku bi tehde û zordariyê dixwazin baweriyan biguherînin û mudaxeley'i li ser jiyanê bikin jî ji salekê heta 3 salan cezaya hepsê dixwazin.
"Tîpên qedexe radibin"
Erdogan destnîşan kir ku bi verastkirineke din dê mûeyyîdeyên cezayê yên ji bo bikaranîna tîpên ku di Qanûna Cezayê ya Tirkan de cî digirin bên rakirin, bi vî awayî bi awayekî fiîlî jî îxlala cezabûnê rabe û dê hema bêje ji bo " klavyeyan azadî" bê.
"Civîn û meşên xwepêşandanê"
Bi pakêta demokratîkbûnê maweya civîn û xwepêşandan hat dirêjkirin. Di rewşa berdest de xwepêşandan di cihên vakirî de heta saetek beriya rojavabûnê didomiya, niha heta rojavabûnê dê bikarin xwepêşandanan bidomînin û civînên di cihên girtî de jî dê ne heya saet 23.00an dê heya saet 24.00an bidome. Me dawî li sepandina di xwepêşanan de komîseriya hikûmetê anî û ji niha pê de dê berpirsyarî bikeve ser milên Lijneya Verastkirinê. Lijneyê dema dît ku xwepêşandan bi rêk û pêk nameşe dê biryara belavbûnê bide û agahî bide amîran û heke xwepêşnadan ji armanca xwe dûr bikeve dê dawî li xwepêşandanê bîne û vê yekê ragihîne amîran. Heke Lijneya Verastkirinê vê yekê bi cî neyne dê amîrê herî payebilind biryara der barê civênê de bide.
"Pêşî li perwerdeya bi ziman û zaravayên cuda vedibe"
Erdogan bal kişand ku di pakêta demokratîkbûnê de der barê perwerdeyê de verastkirineke girîng heye û wiha dewam kir: "Em dê bi guherînên qanûnî pêşiya di dibistanên taybet de perwerdeya bi zimanê zikmakî vekin. Li welatê me mijara perwerdeya bi zimanekî din bi qanûna jimara 2923yan hatiye verastkirin. Em dê bi pêveka ku li ser madeyê zêde bikin, bi girêdayî hikmên Qanûna Perwerdeya Taybet dê li fêrgehên taybet beriya perwerdeya bi zimanên din vebe. Ziman û zaravayên ku dê li van saziyan bên dayîn, dê ji hêla Lijneya Wezîran ve bên tespîtkirin. Wezareta me ya Perwerdeyê dê der barê vekirin û qontrolkirina saziyên bi vî awayî rêziknameyekê derxîne. Bername wekî ku di qanûnan de cî digire dê ji hêla Wezareta Perwerdeya Neteweyî ve bê diyarkirin. Dîsa çawa ku di qanûna berdest de cî digire dê di van dibistanan de hin ders bi tirkî bên dayîn.
"Astengiyên qanûnî yên li pêşiya guherîna navên gundan radibin"
Erdogan got ku bi verastkirineke din astengiyên qanûnî yên li ber guherîna navên gundan dê bên rakirin, em ê bikaranîna navên dîrokî yên ku heya 1980î hatin bikaranîn dîsa bidin. Wekî ku di qanûnê de jî hatiye diyarkirin dê guhertina navên gundan bi pesendkirina Wezareta Karên Hûndir çêbe. Ji bo guherîna navên bajar û navçeyan jî li gor hikmên qanûna berdest verastkirina qanûnî hewce dike. Daxwazên bi vî awayî dê ev rê bê teqîbkirin. Em ê wek hikûxwmet daxwazaên der barê guhertina navên bajar û navçeyan binirxînin."
Erdogan destnîşan kir ku di vê çarçoveyê de navê Zanîngeha Nevşehîrê wek Zanîngeha Haci Beştaşî Velî hat guhertin."
"Parastina daneyên şexsî"
Erdogan destnîşan kir ku bi pakêta demokratîkbûnê verastkirinek ji bo parastina agahiyên şexsî anîn û got ku em niha ji bo tetbîqkirina vê madeyê qanûna ku pêşnûmaya wê amade ye, dişînin parlementoyê. Agahiyên şexsî beyî destûra wî kesî dê neyên bikaranîn.
"Sînorkirinên ji bo arîkarî berhevkirinê radibin"
Erdogan destnîşan kir ku sînorên ji bo berhevkirina arîkariyan dê rabin û got ku ji bo çermên qurbanê, zekat û fitreyan destûr dabûn THYyê lê ev yek di eslê xwe de li dijî Destûr, qanûn û mafên mirovan bû. Em niha bi awayekî qanûnî vê yekê radikin û ji niha pê de welatiyên me li kû bixwazin, dê bikaribin arîkariyên xwe bidin wir.
"Li Kamuyê qedexeya sergirtinê xilas dibe"
Erdogan destnîşan kir ku rêziknameya cil û bergan dê bê guhertin û qedexeya sergirtinê dê rabe û got ku em bi guherîna madeya 5emîn a rêziknameyê îxlalên li ser dabeşiya cil û bergên xebatkarên jin radikin. Em xebatkarên Hêzên Çekdar ên Tirk, xebatkarên ewlehiyê, hakim û dozgerên ku li dadgehan dixebitin û mecbur in ku cil û bergên fermî li xwe bikin derveyî vê yekê digirin.
"Li dibistanan sonda neteweyî radibe"
Erdogan da zanîn ku dê li dibistanan êdî sonda neteweyî bê rakirin û got ku me par di dibistanên navîn de sonda neteweyî rakiribû û niha jî em ê li dibistanan dawî li vê yekê bînin.
"Eraziya Mor Gabrîelê îadeyê Weqfa Manastirê dikin"
Erdogan diyar kir ku Eraziya Mor Gabrîelê bi navê din ya Manastira Deyrûlûmûrê îadeyê Weqfa Manastirê dikin û got ku em bi vî awayî li hember neheqiyekê disekinin û em ê beyî ku kesekî mexdur bikin mafê her kesî bidin.
-"Enstîtûya Çand û Zimana Romanan"
Erdogan destnîşan kir ku dê Enstîtûya Çand û Ziman a Romanan bê avakirin û got ku em ê ji bo ku li ser pirsgirêkên ziman û çanda welatiyên me yên roman lêkolînan bike û çareseriyan bibîne, di bin çarçoveya zanîngeheke me de dê Enstîtûya Çand û Ziman a Romanan damezrînin. Em ji bo başkirina jiyana welatiyên me yên roman xebatên xwe didomînin û ji bo wan projeyan amade dikin.
news_share_descriptionsubscription_contact
