DIYARBAKIR
Avakerê Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) û Serokê Giştî yê Birûmet Abdûlmelîk Firat li Diyarbekirê hat bîranîn.
Serokatiya Bajêr a Diyarbekirê ya HAK-PARê di 4emîn salvegera mirina Firat de li salona Otêla Prestîjê bernameyeke bîranînê li dar xist. Vasif Kahramanê Serokê Bajêr ê Diyarbekirê yê HAK-PARê bi kurdî axaftinek kir. Piştî deqiqeyekê rawestina rêzgirtînê Fatihe hat xwendin. Di bîranînê de jiyana AbdûlmelÎk Firat wek sînevizyonê hat nîşandan. Piştî sînevîzyonê axaftin çêbûn.
Alîkarê Serokê Giştî yê HAK-PARê Hasan Dagtekîn, Serokê Giştî yê KADEPê Lûtfî Baksî û gelek partiyî beşdarî civînê bûn.