Muhammet Kurşun
19 Hezîran 2017•Rojanekirin: 20 Hezîran 2017
ANKARA
Serkomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan: "Hûn ew kes in ku dema doza girtinê der heqê AK Partiyê de vebû rijiyan sikakan û got 'Li Enqereyê hakim hene'. Niha jî radibin şerm nakin û AK Partiyê bi bêedaletiyê îtham dikin. Biryar a mehkemeyan e, divê hûn rêzê ji biryara hiqûqê re nîşan bidin."
Serkomar Erdogan beşdarî fitara Baskê Gencan û Jinan ên AK Partiyê bû û der barê rojevê de daxuyanî da.
Serkomar Erdogan: "Me nedixwest welatê me tevlihev bibe. Me bi xendeqan, çalan, bombeyan bi fîlan û bêvan amûran welatê xwe xera nekir. Me wek vayên ku bi gelek amûran tehdîd dikin û dirijin sikakan xelk tehrîk nekir. Me mucadeleyeke demokrasiyê ji xwe re tesîs nekir. Tam berevajiyê vê me demokrasî bi pabendbûna standartên hiqûqê tesîs kir, me mucadeleya xwe wisa da."
Serkomar Erdogan: "Niha hin kes dimeşin, sikak, kolan fîlan. Eynen wek Demirel gotibû, rê bi meşê narizin. Ev jî rêyan bi meşê narizînin. Lê bi wan lewheyên di destê xwe de, di rastiyê de ew lewhe jî ji wan şerm dikin. Bi îstismarê edalet nayê xwestin."