Muhammet Kurşun
19 Hezîran 2017•Rojanekirin: 20 Hezîran 2017
WASHINGTON
Sererkanê Emrîkayê General Joseph Dunford, ragihand ku dê Wezîrê Derveyî yê Emrîkayê Jim Matti hefteya pêşiya me bi Wezîrê Berevaniyê Fikri Işik re biaxive û roja pêncşemê jî der barê çekên teslîmî PYD/PKKyê kirine de nameyek berfireh ji Işik re şandiye.
Dunford li Washingtonê beşdarî firavîna Klûba Çapemeniya Neteweyî bû û der barê çekên dane PYD/PKKyê û helwesta Tirkiyê de daxuyanî da.
Dunford got Emrîka giraniya xwe daye ser wê yekê ku têkiliyên stratejîk yên digel Tirkiyê bidomîne.
Sererkanê Emrîkayê destnîşan kir ku di 12 mehan de 9 caran hatiye Tirkiyê û digel Sererkan General Hulusi Akar di nav salekê de 15 caran axiviye.
Wiha axivî:
"Me got wezîfeya me ew e ku em operasyona li dijî DEAŞê bi unsûreke muhîm re bêyî têkiliyên xwe yên bi Tirkiyê re xera bikin biqedînin. Loma jî em bi Tirkiyê re rûniştin û ji bo fikarên wan nehêlin me çarçoveyeke bihêz amade kir. Em di mijara raporkirinê de şefaf in. Em çalakiyên xwe bi awayekî tam û bi şiklekî rûtîn ji Tirkiyê re rapor dikin. Em di mijara curê çekan de şefaf in. Me çek tenê û tenê ji bo operasyona Reqayê dan HSDyê û ew derbasî Tirkiyê nabin. Ji bo kontrola vê jî me mekanîzma ava kirin. Ev ji bo me gelekî muhîm û stratejîk e. Em bi vê dizanin."
Son 12 ay içerisinde Türkiye’ye dokuz kez seyahat ettiğini ve Genelkurmay Başkanı Orgeneral Hulusi Akar ile son bir yıl içerisinde 15 defadan fazla görüştüğünü aktaran Dunford şöyle devam etti: