Haydar Şahin
20 Nîsan 2018•Rojanekirin: 21 Nîsan 2018
ANKARA
Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Îsmet Yilmaz got, "Heke referanduma 16ê nîsanê nehatibûya kirin îro biryara hilbijartina pêşwext nedihat dayîn. Dibê meriv li bûyeran mêze bike, li 15ê Tîrmehê, referanduma 16ê nîsanê, bûyerên li sînorên me diqewimin binihêre."
Wezîr Yilmaz bû mêvanê Maseya Edîtoran a Ajansa Anadoluyê (AA), pirsên li ser rojevê bersivan û rojev nirxand.
Yilmaz bi bîr xist ku hilbijartina giştî ya parlementeran û Serokomariyê ew ê di 24ê hezîranê da were kirin û li ser pirsa "Partiya li îqtidarê berê diyar kiribû ku hilbijartina pêşwext ew ê neyê kirin. Hincetên pêşdahildana hilbijartinê çi ne?" got dibê hewla derbeyê ya 15ê Tîrmehê ya Rêxistina Terorê ya Fetulahî (FETO) bînin bîrê.
Wezîr Yilmaz destnîşan kir ku AK Partiyê beriya nika ji sedî 34, ji sedî 47 ray sitan û welat rêva bir nika jî bi rêjeya ji sedî 49an va welêt rêva dibe û wiha pê da çû:
"Bi rêjeyên ji sedî 34, ji sedî 47, ji sedî 49an va rêvebirina welêt mimkun nîne. Çi lazim dike? Ji sedî 50+1. Wê çaxê pirsa me ev e, kîjan demokratîktir e? Ji sedî 34 an ji sedî 50+1? Ji her kesî pirsîn, her kesî jî got ji sedî 50+1 demokratîktir e. Di sîstema teze da duserîtî tune. Biryar zû tên dayîn. Heke referanduma 16ê nîsanê nehatibûya kirin îro biryara hilbijartina pêşwext nedihat dayîn. Dibê meriv li bûyeran mêze bike, li 15ê Tîrmehê, referanduma 16ê nîsanê, bûyerên li sînorên me diqewimin binihêre."
Yilmaz bal kişand ser pêvajoya hilbijartina pêşwext û wiha axivî:
"Ji îro şûnda ne parlementoyê serokomar bibe hilbijartinê ne jî serokomar ew ê parlementoyê bibe. Ev hilbijartina pêşwext a dawîn ya Komara Tirkiyeyê ye. AK Partî, MHP, CHPyê eşkere gotin 'hodrî meydan', 'em herin hilbijartinê'. Lêbelê piştî ku merivan got 'hodrî meydan', 'em herin hilbijartinê' rast nîne ku meriv rabe bêje 'hilbijartina pêşwext', 'hilbijartina serdagirtinê'.
Gelo CHP wê hevkariya bi HDPyê ra, projeyeke bi HDPyê ra çito bîne ber miletê ezîz û milet îqna bike, ev jî pirsgirêkeke din e."
- Serîlêdana ezmûna lîseyan
Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Yilmaz diyar kir ku hejmara serîlêdana ezmûna lîseyan a li gor daxwazê ya navendî gihîşte 996 hezarî.
Wezîr Yilmaz ji bo daxwazê serîlêdana ezmûna lîseyan a navendî got, "Em ê îmkanê bidin xwedekarên xwe ku 5 xwendingehên cureyê wan cuda ne hilbijêrin. Hetanî xwendekar tercih neke em tu xwendekarekî nadin xwendingeha ku dilê wî naxwaze.
Qet nekevin şikê, xwendekarên ku herin 64 hezar xwendingehên li welêt ew ê bi qasî xwendekarên ku bi ezmûnê herin 1336 xwendingehên din bi ser bikevin."
Yilmaz der barê bicîkirina xwendekaran a lîseyê ya li gor navnîşanê da wiha axivî: "Em ê di hezîranê da rêziknameya tercih û bicîkirinê biweşînin. Hemû xwendekar û weliyên me ew ê lîsteyê bibînin. Beyana me ew e ku tu kesê neçe xwendingeha naxwaze lê bixwînê, neheqiyê li tu kesî neyê kirin."
- 15 zanîngehên teze
Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Yilmaz diyar kir ku xebatên ji bo avakirina 15 zanîngehên teze hatin temamkirin û mijar pêşniyazî Meclisê kirin û wiha axivî: "Di dema herî kin da, bi îzna Xwedê hefteya pêşiya me em ê derxin. Bi îzna Xwedê em ê hin zanîngehan bînin wê astê ku xwendekaran hildin û bidin xwendin."