21 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 22 Tîrmeh 2016
ANKARA
Tezkereya Serokwezîriyê ya biryara rewşa derasayî (OHAL) ya ku Lijneye Wezîran da û di Rojnameya Fermî da hat weşandin, radestî Serokatiya Meclisê kirin.
Li ser pêşniyaza Lijneya Ewlehiya Neteweyî, bi mebesta ku demokrasî, hiqûq û azadî werin parastin û xurtkirin ji bo 3 mehan biryara OHALê hat dayîn. Tezkereya li ser biryara Lijneya Wezîran îro wê li Lijneya Giştî ya Meclisê li ser were sekinîn.
Di Lijneya Giştî da li ser navê grûban 20 deqîqeyan, li ser navê şexsan jî 10 deqîqeyan axaftinê werin kirin.