Serokwezîr Ahmet Davutoglu di civîna Koma AK Partiyê de axivî.
Davutoglu behsa rewşa Tirkiyeya berê ya deresayî (OHAL) kir û got ku Tirkiye dê car din nezivire wan rojên nebaş.
Davutoglu wiha axivî: "Tirkiyeya berê Tirkiyeya OHALê ye. AK Partî dema ku di 3ê çiriya paşîn a sala 2002an de bû desthilat, ewil rewşa OHALê rakir. Kî çi dike bila bike, kî kîjan provakasyonan dike bila bike, ev welatê azad û demokratîk dê tu car nezivire rewşa OHALê û rojên berê."
Davutoglu partiyên muxalefetê rexne kir û wiha got:
"Li bajarên ku em lê digerin binêhêrin. Di nav du mehan de serokê MHPyê li ku bû? Serokê CHPyê li ku bû? Qet derketin meydanan? Qet derketin li pêş gel? Li Enqereyê di salonên sergirtî de, li pişt deriyan û li pêş çapemeniyê bi tenê êrîşê AK Partiyê kirin. Banga min ji bo wan ev e; heke hûnê siyasetê bikin, divê bikevin nava gel û bi wan re biaxivin. Bi tenê xwe bi xwe re xeberdanê, xwe bi xwe propaganda kirinê ve siyaset nabe. Dev ji siyaseteke wiha berdin û dakevin qadan."
Davutoglu behsa siyaseta partiya xwe û tevgerên xwe kir û wiha dewam kir:
"Em li Brûkselê wek ewrupayiyan diaxivin. Li Rojhilata Navîn li Bexdayê, li Şamê û li Qûdsê wek misilmanekî ji Rojhilata Navîn, wek kesekî ji Rojhilata Navîn em behsa vê çanda qedîm dikin. Dema em diçin li Taşkentê, li Semerkantê, Buxarayê, Aşkabatê û Bakûyê em wek tirkekî diaxivin. Dema em diçin Balkanan li Uskûp û Saraybosnayê em wek ewladê fatihan diaxivin. Em bi herkesî re bi zimanê dil ve axaftinê dizanin."
- "Ez bûyerên tundiyê şermezar dikim"
Davutoglu ji bo êrîşa li ser Ahmet Karataşê HDPyî jî şermezar kir û wiha got: "Beriya her tiştî çawa ku ez hemû bûyerên tundiyê bi eşkere şermezar dikim, ez vê êrîşê jî şermezar dikim. Tu hincet nikare ku êrîşa li ser siyasetmedaran û gel normal bide nîşandan."
- "Me tu kes hedef nîşan neda"
Serokwezîr Davutoglu got ku ji bo êrîşa rêvebirê HDPyî daxuyanî tên kirin û dibêjin me wî wek hedef nîşandaye û pişt re êrîş li wî hatiye kirin û wiha axivî:
"Ev daxuyanî nikarin bên qebûlkirin. Em tu carî kesî hedef nîşan nadin. Lê dema bûyerên Kobanê çêbûn, di 6 û 7ê cotmehê de HDPyê di daxuyaniyên xwe de ne bi tenê hikûmetê, li Rojhilatê, li Rojhilata Başûr, li Tirkiyeyê yek bi yek hemû welatiyên me wek hedef nîşan dan. Gotin ku hikûmeta me bi DÎŞIyê re hevkariyê dike, li Kobanêyê kurdan dikuje û em bi van re sûcdarkirin. Ev bû sedema êşên wisa me bi eşkere dît. Me tu carî tu kes wek hedef nîşan neda. Lê piştî van tevgerên wan bi awayekî demokratîk mafê me yê rexnekirinê heye. Him rexnekirin û him jî agahiyê raya giştî re dayîn mecburî ye. Îro û sibê li Tirkiyeyê hewcedariya me hemûyan pergala kamûyê heye. Dema pergala kamuyê têk here, hemû welatiyên me dê bi eşkere di bin talukeyê de bin."