ANKARA
Serokwezîr Ahmet Davutoglu di lijneya Giştî ya TOBByê ya ku li TOBB ETUyê hat kirin de axivî û diyar kir ku Tirkiye wê di sala 2017an de bibe ji welatên ku budçeya wê zêde derdikeve.
Davutoglu destnîşan kir ew li gor bernameya xwe wisa dibînin û wiha pê de çû: "Bi îzna Xwedê li gor pêşdîtina me ya bernameya bi qewlê navîn ve budçe wê di sala 2017an zêde derbikeve. Tirkiye wê bibe welatekî ku êdî budçeya wî zêde derdikeve."
Serokwezîr Davutoglu ragihand tevlî bernameyên aboriyê armanca wan ew e ku di qada gihandinê de jî bi rêyên duble derbasî rêbejan bibin û wiha pê de çû: "Di navbera Stenbol-Îzmir, Enqere-Îzmir, Stenbol-Xaburê de, me çêkirina rêbejên fireh ên ku ji Edîrneyê heta Xaburê dê ji hemû xetên rêbejan re derbas bibe û Ewropayê bi Asyayê ve girê bide, Geliyê Stenbolê bi Mezopotamya û Hezarê ve girê bide xist nav projeyê."
Mijara bêalîbûn û serbixwebûna dadê jî di rojeva Davutoglu de cih girt û ragihand ku ew ji mijarên herî girîng in û wiha dewam kir: "Me di 17ê nîsanê da stratejiya reforma dadê ya teze eşkere kir. Em ê tiştên ku karmend ji ber wan dikevin fikaran berteref bikin, bi hemû aliyan ra îstişare bikin û peşiya demeke zelal a ku her tiştên wê eşkere ne bidin destpêkirin û bi vî awayî hemû kesên rêzê nîşanî dadê bidin."
Serokwezîr Ahmet Davutoglu bal kişand ser cihêtiya fikrên siyasî û makezagona ku hê jî welêt pê tê birêvebirin rexne kir û wiha got: "Ji cihêtiya fikrên siyasî bêtir êdî lazim e ku em di hin qadan de îtifaq bikin û bibin xwediyê nêrîneke hevpar. Ji vana yek ew e ku divê em makezagoneke li gor dilê xîreta însan binivîsînin. Makezagoneke ku hemû xelk li serê li hev bike, makezagoneke ku demokrasiya me biparêze û bigihîne nifşên pêşerojê. Em li vê derê îlan dikin bi îzna Xwedê piştî hilbijartina 7ê hezîranê em ê civînên şêwirê ku ji her hêlê kes tê de hebin bikin û makezagoneke li ser lihevkirî binivîsînin. Makezagona sivîl a ewil a Tirkiyeyê piştî 7ê hezîranê wê xala me ya sereke be û di rojeva me de be."
Xebatên ku di heyama AK Partiyê de hatine kirin jî di nav axaftina Davutoglu de cih girtin û Serokwezîr axaftina xwe wiha dewam kir: "Weda me ya ji bo gelê me ev e; kî çi dibêje bila bibêje, kî berê xwe bide populîzmeke çawa bila bide em dê wek hikûmeta Komara Tirkiyeyê û wek AK Partî ji bo ku em serkeftina xwe ya ku me di vê 12 salan de bi dest xist bêtir pêş bixin û bikin yek ji 10 aboriyên herî baş ên cîhanê em dê heta dawiyê îstiqrara siyasî, azadiyan, ewlehiyê, li dijî terorê pêvajoya çareseriyê û ji hemûyan girîngtir vîna neteweyî her dem li ser piyan bigirin û biparêzin."