BATMAN
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li merasima vekirina komî ya li Kolana Edaletê ya Batmanê xitabî gel kir.
Erdogan da zanîn ku di perwerdeyê de li dibistanan her cure hewcedarî demildest pêk anîn, li Batmanê zanîngeh, nexweşxane vekirin û dê nexweşxaneyeke nû ya 300 nivînî jî vekin.
Serokomar Erdogan got "Hin kes radibin û dibêjin 'Dema em hatin em ê Serokatiya Karên Diyanetê rakin.' Hele lê binêre. Dê Diyanetê rakin. Çima? Ji ber ku tu eleqeya van bi dîn re tune. Va em lê dinêrin. Diyaneta ku ew dibêjin emê rakin, niha bi navê "Qur'ana Pîroz a Kurdî" meala Qur'ana Pîroz weşand." û meala kurdî ya Qur'ana Pîroz nîşanî welatiyan da.
- "Li kampan perwerdeya dînê Zerduşt didin"
Erdogan axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Digel van hemû tiştan em ê pêngavên xwe biavêjin. Çi dibêje? Lê binêrin gelekî balkêş e, ew qas ser xwe ve diçin ku dibêjin 'Quds a cihûyan e'. Birayên min ên ezîz, heke bi qasî serê derziyê eleqeya van bi Îslamê re hebe peyveke wiha bi kar naynin. Li kampên çiya va ye belgeyên ku ketin destên me, perwerdeya dînê Zerduşt didin. Em divê van baş nas bikin, gelek baş bizanin û divê em ji birayên xwe yên kurd re baş qala van bikin. Em hatin xapandin, em cardin bi heman lîstikan nayên xapandin."
Erdogan got "Me ji navlêkirina zarokan bigire heta paşvedayîna navê gund û bajêran di vî warî de hemû sepanên qedexeker ji holê rakirin. Ha ez ji bo vê yekê dibêjim ku êdî li welatê me pirsgirêka kurdan tune.' Çima? Pirsgirêkên welatiyên min ên kurd hene, jixwe em jî bi wan pirsgirêkan re eleqedar dibin."
- "Li cihê ku ew lê ne xwîn heye"
Erdogan diyar kir ku di mijara pêvajoya çareseriyê de samîmî ne û wiha axivî: "Em di mijara pêvajoya çareseriyê de samîmî ne. Ez bi xwe mîmarê vê pêvajoyê me. Ji bo pêvajoyê min serê xwe da vê rêyê. Ew kesên ku dibêjin qaşo ez nahêlim pêvajo biçe serî herî zêde ew li ser sozê xwe nasekinin û zirarê didin pêvajoyê. Pêvajoya Çareseriyê ne bi xêre wan heta vê astê hat, pêvajo digel wan heta van rojan hat. Heke li hêviya rêxistinê, partiya di bin siya rêxistinê bimîne, va ye li Wanê di bîlboardan de di hin afîşan de daliqandine. Endamên çapemeniyê, we dît ne wisa? Lûlikek, ji lûlikê çi diherike? Xwîn diherike. Hela lê binêre. Hûn bi vê yekê çi qest dikin? Xwe nas nakin. Ji ber ku ew cihê ku ew wir in xwîn heye. Li cihê ku em wir in şûna xwînê de ava zelal diherike. Ferqa me ev e."
Erdogan destnîşan kir ku meqama ku ew wir e cihê gilîkirinê nîne, bi tespîtan re divê pêşniyazan jî biavêjin holê û axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Teklîfa min ew e ku piştî hilbijartina 7ê hezîranê qanûna bingehîn a teze bê çêkirin û derbasî sîstema serokatiyê bibin. Ji bo avakirina Tirkiyeya teze qanûna bingehîn a teze şert e. Bi qanûna bingehîn a teze va derbasbûna sîstema serokatiyê êdî mecbûriyet e. Ev formula garantiya xwegihandina hedefên Tirkiyeyê yên 2023an e.
Em destûrê nadin ku tu kes destketiyên vî gelî talan bike. Tu kes nikare li ber avakirina Tirkiyeya Nû bisekine. Av diherike rêya xwe dibîne. Vî gelî ji rojên tarî yên salên 1990î rêya ku diçe Tirkiyeya roja me vekir. Ez wisa bawer dikim ku dê rêya Tirkiyeya 2023yan, rêya Tirkiyeya nû jî bi heman awayî veke."
- "Ew li pey parastina mafên birayên min ên kurd nînin"
Erdogan diyar kir ku bi pêvajoya çareseriyê bi hemû welatiyan re maf, hiqûq, daxwaz û hêviyên kurdan hatin nîqaşkirin û pêvajo pêvajoyeke wisa ye ku li rêyên çareseriyê digerin û wiha axivî: "Ji bo birayên me yên kurd neheqî ye ku pêvajoya çareseriyê tenê bi herêmeke diyar re, bi aliyekî tenê re sînordar bikin. Derdê wan kesên dixwazin ku pêvajoya çareseriyê di bin ser navê pirsgirêka kurd de bihêlin cuda ye. Ew li pey wê yekê nînin ku heq û hiqûqa birayên min ên kurd biparêzin, pirsgirêkên wan çareser bikin. Dixwazin ku ji ser vê meseleyê ji xwe re qada înîsiyatîfê, qada îstismarê ava bikin. Ji ber ku hemû dahatûya wan a siyasî girêdayî vê yekê ye. Bawer bikin li gor min di navbera kesên ku di rabirdûyê de peyva kurd qedexe kiribûn û kesên ku îro wê peyvê îstismar dikin de tu ferq tune."
- "Bila îstismara vê yekê nekin"
Serokomar Erdogan axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Hewl didin ku nexweşiya cihêxwaziyê ya ku di rabirdûyê de ji ser têgehe kurd ji bo kurdan û komên din ên etnîk hat kirin, îro ji ser têgeha ku ji bo komên din ên etnîk ên Tirkiyeyê teşmîl bikin. Ew dibêjin ku 'nûnerê kurdan em in.' De here ji wê derê. Ez niha wan kesên ku dibêjin 'em nûnerê kurdan in' li kuçeyên paş taxan dibînim. Ji gemarê meriv nikare tê re derbas bibe. Heke hûn nûner bin ewilî van deran paqij bikin. Wîsa nîne? Ji welatiyên min ên kurd re bibe xizmetkar."
"Ez niha hatim vir. Ez serokomarê Tirkiyeyê me. Serokomarekî ku cara ewil bi sedî 52 dengê gel hatiye hilbijartin. Helbet min li gor xwe planek kir. Min got ku 'Ez dê walîtiyê ziyaret bikim, şaredariyê ziyaret bikim.' Lê belê sax be şaredar nezaketa hatina balafirgehê nîşan neda. Niha gelo rast e ku ez şaredarekî ku wek Serokomar pêşwaziya min nekir, ziyaret bikim? Ji ber vê ez dixwazim ku hûn vê bizanin ku ew îstismara vê nekin."