12 Hezîran 2017•Rojanekirin: 13 Hezîran 2017
ANKARA
Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu, Balyozê Erebistana Siûdiyê yê li Enqereyê Welîd Bîn Ebdulkerîm el-Hîreycî, Balyozê Mîrektiyên Yekbûyî yên Erebî (MYE) yê li Enqereyê Xelîfe Şahîn el-Merar ligel meslehetguzerê Behreynê Komail Ehmed pêşwazî kirin.
Li gorî agahiya ku ji çavkaniyên dîplomatîk hat wergirtin, Çavuşoglu beriya Lijneya Wezîran li Mala Fermî ya Wezareta Karên Derva ligel nûnerên Erebistana Siûdî, MYE û Behreynê kom bû û rûdanên dawîn ên li Kendavê gotûbêj kirin.
Wezîr Çavuşoglu di hevdîtinê da qala helwesta Tirkiye û civaka navneteweyî kir û herwiha behsa hevdîtinên xwe yên der heqê mijarê da kir.