Önder Beyter
12 Hezîran 2017•Rojanekirin: 13 Hezîran 2017
ANKARA
Alîkarê Serokwezîr û Berdevkê Hikûmetê Kurtulmuş der barê referandûma serxwebûna ya Herêma Kurdistanê de got: "Em dizanin referandûmeke ku wê li Bakurê Iraqê were kirin, li herêmeke ku jixwe parçe parçe bûye, kêşeyên wê yên siyasî pir tevlihev bûne, xêncî zêdekirina tevlihevî û bêîstiqrariyê dê encameke wê ya din çênebe. Ji ber hindê fikra min ew e ku rêveberên li Bakurê Iraqê divê careke din li ser vê mijarê hûr bibin."
Alîkarê Serokwezîr û Berdevkê Hikûmetê Kurtulmuş piştî civîna Lijneya Wezîran ku bi serokatiya Serokwezîr Bînalî Yildirim hat kirin daxuyanî da û pirsên rojnamevanan bersivandin.
Kurtulmuş li ser pirseke der barê referandûma serxwebûna Herêma Kurdistanê de diyar kir ku Tirkiye nêrînên xwe yên li ser herêmê di her rewşê de bi awayekî zelal îfade dike.
Destnîşan kir ku gotinên wan ji bo muxabetên li Iraq û Sûriyê her dem eynî bûne û wiha dewam kir:
"Em tereftarê yekpareyiya axa Iraqê ne. Rêveberiya Herêmî li Iraqê li gor destûrê xwedî hin heqan e. Em dizanin car carinan digel hikûmeta merkezî ya Iraqê lihevnekirin çêdibin. Hemû dinya jî dizane ku em digel Rêveberiya Herêma Kurdistanê bi diyalog dixebitin. Teza me ya esasî parastina yekparçeyiya axa Iraqê ye. Em dizanin referandûmeke ku wê li Bakurê Iraqê were kirin, li herêmeke ku jixwe parçe parçe bûye, kêşeyên wê yên siyasî pir tevlihev bûne, xêncî zêdekirina tevlihevî û bêîstiqrariyê dê encameke wê ya din çênebe. Ji ber hindê fikra min ew e ku rêveberên li Bakurê Iraqê divê careke din li ser vê mijarê hûr bibin. Ez ne tenê ji bo Herêma Kurdistanê dibêjim. Divê aktorên siyasî yên li herêma me hemû di gavên xwe de deh caran bifikirin carekê gav bavêjin, ev rêyeke rasttir e li gor min. Divê bi teenniyê were hereketkirin. Divê pirsgirêkên nû li ser probleman neyên zêdekirin. Divê herkes hewl bide ku pirsgirêk nemînin."
- Krîza Qeterê û hin welatên erebî
Der barê Qeterê de jî bal kişand ser wê yekê ku Tirkiye hewl dide krîz were çareserkirin û Serkomar Recep Tayyîp Erdogan ji roja pêşî ve digel serokên welatan bi telefonê diaxive.