12 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 14 Rêbendan 2017
ANKARA
Mevlut Çavuşogluyê Wezîrê Karên Derva ji bo rojnameya Washington Postê der barê têkiliyên DYA û Tirkiyeyê gotarek nivîsand.
Çavuşoglu di gotara xwe da wiha got: "Beriya her tiştî divê em hevkarî, pêbawerî û lihevkirina di navbera hevalbend û şirîkan da cardin zindî bikin. Ev di heman demê da (ISIS yan jî ISIL) wê DEAŞê ji holê rake, pêşî li ber dînamîkên ku Sûriye û Iraqê parçe dikin bigire û dawî li koçkirina komî bîne. Dema em dibêjin divê hin sînor neyên binpêkirin, ji bo em ciddiyeta xwe nîşanî dijminên xwe bidin, ev zehf girîng e."
Gotar bi sernavê "Tirkiye dixwaze DYA tiştên baştir bike" di rojanameyê da hat weşandin. Çavuşoglu di nivîsa xwe da diyar dike ku Donald Trump wê di 20ê rêbendanê da sond bixwe û dest bi wezîfeya xwe bike, piştî destpêkirinê dost û hevalbend mereq dikin ku DYA wê ji hêla kurewî va pozîsyoneke çawa hilde.
Çavuşoglu di gotara xwe da wiha got: "Dema neyê kontrolkirin terorîzm zêde dibe, talûkeya koçkirina komî û cudakariyê di xwe da dihewîne û civakeke transatlantîk ber bi bêistiqrariyê va dibe."
Çavuşoglu bal kişande êrîşa terorê ya li Stenbolê ya ku şeva sersalê hat kirin û wiha got: "39 mirovên bêguneh sersala 2017an de bi awayekî trajîk mirin. Li Tirkiye û Ewropayê êrîşên wiha xirab li cihên bêzirar yên wek klubên şevê, stadyumên futbolê û bazarên noelê tên kirin. Ev jî nîşan dide ku terorîst tirsana kuştin û xirabkinê dikin."
Çavuşoglu anî ziman ku divê li hember terorê têkoşîneke bibiryar bê dayîn.
Wezîr Çavuşoglu bal kişande têkiliyên Tirkiye û Amerîkayê û got ku di vê heyamê de têkiliya herdu welatan mixabin di nav rewşeke nebaş de ye.
Çavuşoglu gotara xwe wiha domand: "Li vir, li Tirkiyeyê, di raya giştî de û di polîtîkayên ku her kesî eleqedar dikin de hêvîşikestin xuya dike. Sedema vê çi ye? Sedema sereke ew e ku Amerîka li Sûriyeyê wek ku PKK birayê wê yê cêwî ye piştgiriyê dide êrîşên wan ên hovane û yên her tim dewam dikin."
Çavuşoglu got ku dîsa tu mitefîqê DYAyê ji aliyê DEAŞê mîna Turkiyeyê nebûne hedef. Tirkiye riskê digre û li diji ev rêxistina ku bi Îslamê tu eleqeya wê tuneye re ji gelek welatan zêdetir têkoşînê dide.
Wezîre Karên Derve got: "Ji Tirkiyeyê hêvî kirin ku li hember piştgiriya ku didin YPG/PYDyê dengê xwe neke. Ji bo ku PKKê çalakiyên xwe dewam bike alîkarî tê dayîn. Li ser evqas tiştan mafê gelê tirk heye ku hin pirsên dijwar bipirse.
Çavuşoglu ragihand DYAyê piştî hewla darbeyê ya 15ê tîrmehê, encax 4 roj şûnde şermezar kir. Her wiha ji bo piştgiriya kesekî payebilind ê Amerîkayê jî divê 40 roj derbas bibûna.
Wezîr Çavuşoglu wiha dewam kir: "Em ji bo demokrasiya me cerekê dijî derbe nexwe, tevdiran digrin li hember van tevdîran, rastî rexneyan tên. Lê Fetullah Gulenê ku li pişt derbeyê ye, li DYAyê rihet rihet dijî û rêxistina terorê FETOyê ji wîlayeta xwe ya li Pelsîlvanyayê dimeşîne.
Di gotarê da tê gotin ku gelê tirk ji ber derbeyê mexdûr in û li bersivan digerin. Lê belê li hember vê rewşê ji muxataban tu bersivên rast dernayê û tenê nutuqa didin.
Çavuşoglu wiha nirxand:
"Em li Tirkiyeyê bi pirsgirêkên ewlehiyê yên bi vî qasî mezin re mijûl dibin, ji aliyekî ve jî em li welêt bi sûcê wekî antî-Amerîkayiyên ve têne sûcdarkirin. Lêbelê antî-Amerîkayîbûna li Tirkiyê tê kirin radîkal nîne, herî zêde dişibe helwesta îdeolojîk a li Ewropayê."
Çavuşoglu got ku Tirkiye cardin li hemberî tehdîda koça komî û terorê bû mertal û wiha dewam kir: "Wekî me çend caran îspat kir ku, Tirkiye di têkoşîna dijî DEAŞê de mutefîqekî biryardar e."
Çavuşoglu bal kişand ser pêkanîna îstiqrara Sûriyeyê got ku bi taybetî di mijara agirbestê de em bi Rûsyayê re dixebitin û wiha dewam kir: "Hêviya me ew e ku di nav de hevkarên me jî hemû alî li gor vê agirbestê tevbigerin."