Nihat Kavşut
17 Tebax 2017•Rojanekirin: 17 Tebax 2017
ANKARA
Omer Çelikê Sermuzakerevan û Wezîrê YEyê ji bona daxuyaniya Angela Merkela Serokwezîra Almanyayê ya der barê Yekîtiya Gumrukê da wiha got: "Ev daxuyaniyeke ne di cî da ye. Ez dixwazim vê bibêjim, divê ti dewleteke Ewropayê telîmatê nede saziyên YEyê û pêvajoya YEyê."
Omer Çelikê Sermuzakerevan û Wezîrê YEyê: "Meseleya Adil Oksuz eşkere ye. Em bi Almanyayê ra dost û hevalbend in. Têkiliyên me dîrokî ne û em dixwazin îro helwesteke li gor têkiliya dîrokî û hevkariyê hebe. Tu dostekî me nikare kujerekî bihewîne."
Wezîrê YEyê û Sermuzakerevan Çelîk: "(Li Almanyayê) ji berdevkekî hat pirsîn. 'Adil Oksuz li Almanyayê ye?'. Gotina wî wiha ye. 'Ez nikarim vê piştrast bikim. Nikarim biderewînim jî nikarim piştrast jî bikim.' Em dizanin ku ev di dîplomasiyê da tê çi wateyê. Divê tu dewleteke demokratîk, tu dewleteke meşrû tu terorîstî xwedî neke."