Abdullah Tel
23 Sibat 2018•Rojanekirin: 24 Sibat 2018
ANKARA
Wezîrê Yekîtiya Ewropayê (YE) û Sermizakerevan Omer Çelik biryara Meclisa Nûneran ya Hollandayê ya ku îdiayên bûyerên sala 1915an wekî "jenosîd" qebûl dike rexne kir û wiha got: "Em biryara parlementoyê şermezar dikin, qebûl nakin û ji bo me jî tu hikmê wê tuneye."
Çelîk wextê hat Navenda Giştî ya AK Partiyê pirsên rojnamegeran yên der barê rojevê da bersivand.
Li ser pirseke der heqê biryara Meclisa Nûneran ya Hollandayê da Çelîk got ku ew biryar bi kêrî guftûgo û çareseriyên rast nayê û wiha pê da çû: "Tiştê ku me hêvî dikir ew Hollandaya di mijara qirkirineke wek Srebrenitsayê da berpirsyariya wê heye, li bin karên xerab mohra wê heye û di mijara vê qirkirinê da jî xwedî mesûliyetê ye, di mijarên wiha da bi baldarî tevbigeriya. Ji ber vê jî ji bo Tirkiyeyê tu qedr û qiymeta wê tuneye."
- "Em wek tune dihesibînin"
Çelîk destnîşan kir hewla dîasporayê û biryara hin parlementoyên der barê vê mijarê da zêdetir dibe sedema îzolebûna Ermenistanê û nahêle ku ji bo guftûgoyê rêyek vebibe û Tirkiye jî biryara parlementoyê şermezar dike û tune dihesibîne.