17 Tebax 2017•Rojanekirin: 18 Tebax 2017
ANKARA
Abdulhamît Gulê Wezîrê Dadê bi hevtayê xwe yê alman Heîko Maas re li ser telefonê axivî.
Li gor daxuyaniya Wezareta Dadê Gul û Maas li ser telefonê bi qasî saetekê axivîn.
Di daxuyaniyê de hat gotin herdu hevta der barê têkiliyên Tirkiye û Almanyayê de axivîne û axaftina wan baş derbas bûye.
Hat gotin Gul û Maas mutabiq mane ku di demeke kin de hevdîtinên xwe bidomînin.