KAYSERÎ
Arîkarê Serokwezîr Yalçin Akdogan wiha got: "Gotin ku 'Ev hikûmet li hember me astengî ye, lîstika me xira dike.' Hem ya KCKyê hem jî ya çeteya paralel. 'Em nikarin otorîteyeke alternatîf ava bikin. Nexwe em pêşî vê hikûmetê ji kar dûr bixin û pişt re lê binêrin, em ê di nav xwe de li hev bikin.' Ango çeteya paralel û çeteya KCKyê di paraleliyê de li hev kirin û li dijî hikûmetê şer vekirin."
Akdogan li Sûlava Derebagê ya navçeya Yahyaliyê di taştê de bi teşkîlata AK Partiyê, nûnerên saziyên civakî yên sivîl, muxtarên taxan û esnafan re hat bal hev.
Akdogan ji ber ku di hilbijartina serokomariyê de bi ji sedî 82yê li Recep Tayyîp Erdogan xwedî derketin spasiya qeyseriyiyan kir û got bi piştgiriya ku ji gel girtin AK Partî bi awayekî hêzdartir di rêya xwe de berdewam dike, ji bo heq û hiqûqê têkoşîneke mezin dide.
Akdogan da zanîn ku nêrîna "Gelo em çawa dikarin AK Partiyê dûr bixin" heye û li hember vê nêrînê têkoşînê didin û ragihand ku gel di sala 2002yan de li "mirovên li cem gel sekînin" xwedî derketin. Akdogan got ku tekane hêviya vê nêrînê HDP ye û wiha axivî: "Ketin pêy wê, ev lîstikeke ji derve ye. Bûyerên Geziyê, pişt re li Misrê derbe çêbû, pişt re jî li Ûkraynayê alozî hatin derxistin. Hin welat ji bo ku 'bibin dûvikên wan' îqtidarên ku gel ew hilbijartine ji peywira wan dûr dixin, hewl didin ku dest daynin ser birêvebiriyên wan. Bi van lîstikan wisa fikirîn ku 'Gelo em dikarin li Tirkiyeyê jî encamekê bi dest bixin an na" lê belê ev yek bi cî nehat."
-"Jixwe 40 parlementerên wê hene bibe 50 dê çi be"
Akdogan got ji bo ku zirarê bidin hikûmetê lîstikeke nû tê lîstin, ev lîstik jî ew e ji bo ku HDP wek partî bikeve hilbijartinê zorê didinê.
Akdogan got "Jixwe 40 parlementerên wê hene, bibe 50 dê çi be" û axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Zorê danê. Gotin ku 'Ev yek parçeyeke ji plana kaosê ye, heke ji bendê derbas nebe dê alozî derkevin.' Jixwe wekî 'wiha dibe, wisa dibe' tehdîtan dikin. Gelo tiştek wiha dibe? Ev bêrêziya li hember vîna gel e. Partiyên di îqtidarê de di rabirdûyê de nekarîn ku ji bendê derbas bibin, gelo derketin serê çiyê an gel tehdît kirin? Ev sextekariyeke çawa ye? Heke derbas jî be jixwe hikûmet dê dûr bikeve, nayê avakirin, dîsa li Tirkiyeyê kaso derkeve, ev jî pergala xwe ya wesayetê dê ava bikin."
Akdogan diyar kir ku HDP xwe bi destê nêrîna ku "wan red dike" dide bikaranîn û wiha axivî: "Ew jî hêviya xwe bi kaosê ve girê didin. Dibêjin ku 'Hele bila li Tirkiyeyê alozî derkevin, lê binêr me ji heremê ev qas deng girtin, gel li pişt min e, li Tirkiyeyê jî jixwe alozî derketine, ez xweseriyê îlan dikim.' Derdê wan jî ew e ku kantonan ava bikin. Lîstikeke ev qas mezin heye, divê em ji vê lîstikê re bibêjin 'bisekne.'"
-"Li Tirkiyeya nû jê re cî tune"
Akdogan da zanîn ku gel her dem van lîstikên ku tên lîstin xira kirin û got ji ber vê dengek tenê jî gelekî bi qîmet e, bi dengekî dê lîstik xira bibin.
Yalçin Akdogan got "Tê gotin ku 'Heke AK Partî car din qezenc bike ji me re li Tirkiyeyê cî tune' û wiha axivî: "Belê, li Tirkiyeya nû ji nêrîna derbexwaz re, nêrîna wesayetker re cî tune. Ji rêxistina paralel re ji dewleta kûr re cî tune, li Tirkiyeya nû ji saziyên mafyayê re, rêxistina KCKyê re cî tune."
Akdogan diyar kir ku li Başûrê Rojhilat rêxistina paralel û KCK di nav reqabetê de ne û qal kir ku sedema vê yekê jî ew e ku her du jî dixwazin ku li herêmê otorîteyeke alternatîf ava bikin.
Akdogan axaftina xwe wiha berdewam kir: "Niha rabûn û gotin ku 'Ev hikûmet li hember me astengî ye, lîstika me xira dike.' Hem ya KCKyê hem jî ya çeteya paralel. 'Em nikarin otorîteyeke alternatîf ava bikin. Nexwe em pêşî vê hikûmetê ji kar dûr bixin û pişt re lê binêrin, em ê di nav xwe de li hev bikin.' Ango çeteya paralel û çeteya KCKyê di paraleliyê de li hev kirin û li dijî hikûmetê şer vekirin."