HAKKARÎ
Serokwezîr Ahmet Davutoglu li Yuksekovaya navçeya Hekariyê beşdarî merasima vekirina Balafirgeha Selahedînê Eyûbî bû û li vir axivî.
Serokwezîr Davutoglu di xeberdana xwe de wiha got: "Ji bo ku em peyamên yekîtî û biratiyê bidin û ji bo ku bibêjin 'Qudis hetahetayê ya kurd, tirk, ereb û mislimanan e', em navê Selahedînê Eyûbî li vê balafirgehê, li Balafirgeha Yuksekovaya Hekariyê dikin."
Davutoglu di axaftina xwe de bal kişand ser gavên ku di çarçoveya pêvajoya çareseriyê de avêtine û wiha xeberda: "Me qedexeya li ser kurdî, li ser zimanên dayikê rakir. Qedexeyên li ser propagandaya siyasî rakir û li welatekî pêşketî ji heq hebe hatin dayîn."
- "Dixawazin Tirkiye wekî salên berê tevlihev bibe"
Davutoglu destnîşan kir ku li Tirkiyeyê pêvajoya çareseriyê dewam dike, lê yên dixwazin astengiyan derxin hene û wiha got: "Hin kes hatine cem hev, partiyên ku bi tena serê xwe nikarin bibin îqtidar û wekî birayên hev ên dijmin xuya dikin, hatine cem hev û dixwazin AK Partiyê asteng bikin. Li aliyekê vizyona AK Partiyê heye ku dixwaze aştî û biratiyê çêke, xêr û bereketê bîne deşt, çiya û zozanan heye. Li aliyekê jî jî yên ku dixwazin Tirkiye vegere salên 90î hene."
- "Em navê Selahedînê Eyûbî li vê balafirgehê dikin"
Serokwezîr Davutoglu di xeberdana xwe de wiha got: "Ji bo ku em peyamên yekîtî û biratiyê bidin û ji bo ku bibêjin 'Qudis hetahetayê ya kurd, tirk, ereb û mislimanan e', em navê Selahedînê Eyûbî li vê balafirgehê, li Balafirgeha Gevera Hekariyê dikin."
Davutoglu diyar kir ku kurd, tirkmen, ereb, sunî û şiiyên li Iraqê birayên hev in û wiha xeberda: "Wê roj were ev sînorên çêkirî ji holê rabin û bira bigihêjin hev. Wê her kes siyanetê nîşanî hemû sînoran bide, lê wê ji Erbîlê werin Yuksekovayê. Wê ji vir ji bo ticaretê herin wir."