Fatih Gazioğlu
16 Gulan 2018•Rojanekirin: 16 Gulan 2018
ANKARA
CHPyê ji 81 hemû serokatiyên xwe yên bajaran re giştînameyek şand û hat xwestin dijî qetlîam Îsraîlê daxuyaniyan bidin çapemeniyê.
Li gor daxuyaniya ku ji Beşa Çapemeniyê ya CHPyê hat dayîn, partiyê ji teşkîlatan re giştînameyeke ku ji aliyê Akîf Hamzaçebiyê Sekreterê Giştî û Bulent Tezcanê Arîkarê Serokê Giştî va hatibû îmzekirin şand.
Li gor giştînameyê 81 teşkîlatên partiyê wê di heman demê de daxuyaniyê bidin çapemeniyê.
Di daxuyaniyê de hat gotin li hemû dinyayê gelek peymanên şermezarkirinê hatine dayîn lê ji van tu encam derneketin û trajediya mirovahiyê ya gelê Filistînê jî hê dewam dike.
Di daxuyaniyê de polîtikayên AK Partiyê yên dijî Îsraîlê hatin rexnekirin û wiha gotin: "Îqtidar ji aliyekî ve polîtikayên Amerîkayê yên dijî Rojhilata Navîn rexne dike û ji aliyê din ve jî piştgiriyê dide êrîşên dijî Sûriyeyê."