Serokomar Gul di axaftina xwe de wiha got: "Di warê pêwendiyên me de aborî cihekî girîng digre, hecma bazirganiya di navbera herdu welatan de 15 milyar dolar e û em hewl didin ku vê hecmê derxin 30 milyar dolaran. Îrade, bawerî û potansiyela pêkanîna vê armancê li bal herdu welatan jî heye. Li gorî polîtikayên nû yên Îranê Birêz Serokomar Rûhanî gelekî giringiyê dide sektora taybet. Ez wisa bawer im ku di çarçoveya vê polîtîkaya nû de dê di navbera sektorên me yên taybet de zêdetir veberhênan û bazirganiyê çêbe. Di civîna ku em ê sibê bikin de em ê di vê mijarê de cesaretê bidin karsazên xwe."
- "Ez vê ziyaretê wekî pêngaveke nû dibînim"
Gul piştî daxuyaniyan bersiva pirsa, "gelo ev ziyareta Birêz Rûhanî ji bo têkiliyên herdu welatan tê wateya pêngaveke nû", da û wiha got, "bi rastî jî ez ji bo vê pirsa we dixwazim bêjim 'erê'. Ji ber ku Birêz Serokomar li gel gelekî wezîr û karsazan re hat."
Piştî civîna çapemeniyê li hizûra herdu serokomaran di warên cuda cuda de bi tevahî 10 peyman hatin îmze kirin.