Nihat Kavşut
28 Mijdar 2018•Rojanekirin: 28 Mijdar 2018
ÎSTANBUL
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, "Em ê di mijara ziyaretkirina Qudsê da welatiyên xwe teşwîq bikin û li hemberî dagirkeran bisekinin da ku bila nikaribin çirayên Qudsê jî bitemirînin."
Erdogan li Navenda Kongreyê ya Stenbolê di Civîna 34emîn ya Komîteya Daimî ya Hevkariya Aborî û Ticaretê (ÎSEDAK) ya Teşkîlata Hevkariya Îslamî da axivî.
Serokomar Erdogan destnîşan kir heta Misilman hebin û heta ku kesên heq, edalet û azadiyê diparêzin hebin înşellah wê Filistîn jî hebe û wiha got: "Bi taybetî Filistîna welatê xêr, aştî û medeniyetê û Qudsa Şerîf ku roniya çavên Filistîn û hemû alema Îslamê ye, silav dikim. Ez ji vir silavên xwe ji keç û ewladên ciwan yên Filistînê ra dişînim ku ji bona parastin û mihafezekirina Qudsê canê xwe feda dikin û silavên xwe ji penaberên ji Filîstînê ra dişînim ku 70 sal in bi hesreta welêt hêsirê çavan dibarînin."
Erdogan destnîşan kir li ser vê axa ku sînorên wê bi xwînê hatine xêzkirin divê em di nav dilê xwe de sînorên nû xêz nekin û dîwarên nû lê nekin û got ku divê em êdî bi lîstikên kesên ku cihêrengiyên me diemilînin û me berî hev didin nexapin.
Serokomar Erdogan diyar kir îro heke li Yêmenê bi milyonan birçî û şerpeze hebin divê berpirsyarê vê li cihekî din neyê gerîn û wiha axivî: "Berpirsyar kî ye? Dîsa em in, yanî Misilman, yanî qaşo Misilman."
Erdogan destnîşan kir sedema hemû xwîn, girî û vê qeyrana ku em tê da ne û ji Sûriyeyê bigir heta Yêmenê, ji wir bigir heta Filistîn û hemû herêmê diqewime ew dîzayn e ku bi Şerê Mezin hatiye kirin û got ku divê em êdî nekevin dafika kesên ku bi hişmendiya dilopeke neftê ji dilopeke xwînê qîmettir e tevdigerin.
Serokomar Erdogan diyar kir divê êdî pergala Neteweyên Yekbûyî bê guherandin û wiha got: "Di mijara Filistînê da bigir heta şerên navxweyî û her mijarê da ew saziyên navneteweyî yên ku ji bo çareseriyê me li deriyên wan xist mirazê me di çavê me da nehiştin? Êdî em ji wan çi hêvî dikin? Em çi hêvî dikin? Ew tu carê ji bo ku xêrek bigihêje me hewl nadin û naxebitin."
Erdogan diyar kir dîrok ji bo wan ne tevahiya bûyeran e ku qewimîne, lê wesîqeya hêz û wêrekiyê ye ku me jê îbret girtiye û wiha got: "Her bûyera baş an xirab ya ku qewimiye ji bo me Misilmanan bûyerên divê li ser bi hesasî bê fikirîn, baş bê analîzkirin."
Serokomar Erdogan diyar kir wek dewletên endamên ÎSEDAKê heger ticareta xwe çiqasî zêde bikin wê ewqasî xurt bibin û wiha got: "Heger em di ticareta di nav xwe da pereyên neteweyî biemilînin ev ji bona perçekirina qeyd û bendên emperyalîst zehf girîng e."
Erdogan destnîşan kir wê di mijara ziyaretkirina Qudsê da welatiyên xwe teşwîq bikin û li hemberî dagirkeran bisekinin da ku bila nikaribin çirayên Qudsê jî bitemirînin.
Serokomar Erdogan diyar kir li ku dera dinyayê dibe bila bibe, li hemberî zilm û bêedaletiyê ewil wê ew dengê xwe derxin û wiha peyivî: "Li gor baweriya me kî kesekî bêguneh bikuje, wek ku hemû mirov kuştine tê hesibandin. Emê jî wek şopînerên vê baweriyê li hemberî înfazên bêdaraz û kuştinên hovane dengê xwe derxin. Li ku dera dinyayê dibe bila bibe, li hemberî zilm û bêedaletiyê ewil emê dengê xwe derxin."
Erdogan di berdewamiya xeberdana xwe da wiha got: "Ez careke din dixwazim binê wê xêz bikim ji bo bazirganiya hundir ya Teşkîlata Hevkariyê ya Îslamê em dixwazin ji sedî 25 zêde bikin. Ji bo ku pergala bazirganiyê ya bitercîh bikeve rewacê ez bangî welatên Îslamê dikim ku bila lîsteyên xwe yên tawîzê yên mijarê ra eleqedar in rojane bikin û prosedurên din temam bikin. Di rûniştina îsal a ÎSEDAKê da ji bo hêsankirina bazirganiyê ya di navbera welatên endamê Teşkîlata Hevkariya Îslamê û mijara rêvebirina rîska gumrukê ya wan welatan da sekinîn, li gor min gelek bi meneye û biryareke li cih e."