Nihat Kavşut
28 Mijdar 2018•Rojanekirin: 28 Mijdar 2018
ÎSTANBUL
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan îro bi têlefonê bi Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Putîn û Serokê Dewleta Ukraynayê Petro Poroşenko ra axivî.
Li gor agahiyên çavkaniyên Serokomariyê geşedanên dawîn yên li Behra Reş di navbera Rûsya û Ukraynayê da diqewimin hatin gotûbêjkirin.
Hat diyarkirin Serokomar Erdogan di axaftina bi Serokê Federasyona Rûsyayê Putîn û Serokê Dewleta Ukraynayê Poroşenko ra kir da li ser rageşiya herdu welatan sekinî û destnîşan kir divê pirsgirêk bi diplomasiyê bên çareserkirin.