LİZBON
Serokwezîr Ahmet Davutoglu der heqê operasyonê li Mûsilê dijî DÎŞIyê tên kirin de got: "Em gihitine merhaleyekê lê ji bo piştî vê merhaleyê planeke ku hatibe eşkere kirin tune ye. Ji bilî operasyonên ku heta niha hatine kirin û mijara operasyona di rojevê de cih negirtiye. Heke ku bê rojevê helbet em ê ji bo alîkariya ku Tirkiye bide li ser biaxivin û mijarê binirxînin."
Davutoglu digel Serokwezîrê Portekîzê Passos Coelho hevdîtin kir û her du wezîran piştî civîna çapemeniyê ya hevpar pirsên rojnamegeran bersivandin.
Serokwezîr Davutoglu li ser pirsa rojnamegerekî a "Ji bo Yekîtiya Ewropayê dê ji îro pê ve helwesta Trikiyeyê çawa be?" got ku, biryara stratejîk a Tirkiyeyê ya ji bo Yekîtiya Ewropayê eşkere ye, Trikiye dê ji bo ku bibe endam bi biryardarî hewl bide û xebatên xwe bidomîne.
Davutoglu der heqê Yekîtiya Ewropayê de axivî û destnîşan kir ku heta niha gelek astengî yên siyasî û psîkolojîk derxistin pêşberî wan. Davutoglu diyar kir ku şert û mercên ku heta niha ji tu welatî nexwestine datînin pêşiya wan û destnîşan kir ku ew ê ji vê rêya venegerin.
-Ji bo me mîsyoneke dîrokî û stratejîk e
Davutoglu li ser pirsa "Cihê Tirkiyeyê di operasyonên li dijî DÎŞIyê yên li Mûsilê de li ku derê ye, rola wê çi ye?" wiha axivî: "Ew firokeyên me yên leşkerî yên ku îro ji Tirkiyeyê çûn Bexda yê, li ser daxwaza Birêz Îbadî şandin. Îbadî di civîna ligel wezîrê me yê parastinê kiribû de ev daxwaz kir. Di firokeyan de malzemeyên alîkariyê yên ku me şandin Bexdayê hebûn."
Davutoglu got ji bo me îstîqara Iraq û sûriyeyê zehf girîg e û wiha dewam kir: "Rêxistina terorê ya DÎŞIyê di nav de hemû rêxistinên terorê yên ku li herêmê gefan dixwun ji bo ewlehiya Tirkiyeyê jî talûke ne. tevgera me ya di vê mijarê de eşkere ye. Em her dem li hemberî êrîşên rejima Sûriyeyê sekinîn. Em her dem li hemberî êrîşên rêxitina terorê jî sekinîn. Îstîqrara ku ji Mûsilê pêk bê ji bo me jî girîng e."
Davurtoglu got ku ew di vê çarçoveyê de piştgiriyê didin Herêma Kurdistana Iraqê û xebatên ku Waliyê Mûsilê birêve dibe. Davutoglu bibîrxist ku hefteya borî Alîkarê Serokomarê Iraqê Ûsame Nuceyfî Tirkiyeyê ziyaret kir.
Serokwezîr Ahmet Davuoglu ji aliyê Serokwezîrê Portekîzê Passos Coelho ve, bi merasimeke fermî hat pêşwazîkirin. Bi minasebeta ziyareta Serokwezîr Davutoglu ya Lîzbonê, li ber Wezareta Karên Derve merasimek hat lidarxistin. Merasim bi sirûda neteweyî ya her du welatan dest pê kir. Piştî merasimê, Davutoglu û Coelho li avahiya Wezareta Karên derve, dest bi hevdîtinê kir.