WASHINGTON
Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netenyahû got ku peymana ku welatên P5+1ê bi Îranê re mizakere kir, peymaneke nebaş e û destnîşan kir ku bêyî wê peymanê dê rewşa wan baştir be.
Netenyahû di kongreya DYAyê de axivî û ev axaftin li her du welatan jî bû sedema destpêkirina nîqaşan. Netenyahû bi taybetî mizakereyên bi Îranê re tên kirin rexne kir.
Netenyahû wiha axivî: "Zêdetirî salek e ku ji me re dibêjin heta peymaneke nebaş têkirin, peyman neyê kirin baştir e. Ev peyman peymaneke baş nîne, peymaneke zehf xirab e. Bêyî wê peymanê rewşa me baştir e."
Dema ku Netenyahû diaxivî, li derve jî hin kesan axaftina wî protesto kir. Ji 50 kesî zêdetir jî Endamên Kongreya Demokrat ji bo ku Netenyahû vexwendin kongreyê, kongreyê protesto kirin û axaftina Serokwezîrê Îsraîlê guhdar nekirin.