Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên dîplomatîk hatin girtin hevdîtin li avahiya wezareta karên derve hat kirin û 2 saet dewam kir. Di hevdîtinê de li ser siyaseta navxweyî ya Iraqê û xebatên damezrandina hikûmetê axivîn.
Davûtoglû di hevdîtinê de got ku ew yekîtiya axa Iraqê dixwazin û daxwaza wan ew e ku li Iraqê îstîkrar pêk bê.