Serokwezîr Ahmet Davutoglu got "Heke tiştekî xweş bê gotin, erebî jî xweş e, tirkî jî xweş e, kurdî jî xweş e. Heke tiştekî nexweş bê gotin tirkî jî nexweş e, kurdî jî nexweş e. Heke tiştek nexweş bê gotin tiştekî ku nefretê derdixîne bê gotin, tiştekî ku dibe sedema şidetê bê gotin tirkî jî bê gotin nexweş e, kurdî jî bê gotin nexweş e, erebî jî bê gotin nexweş e. Ji ber wê hemû ziman ezîz in, tenê bila Xwedê berê me bide tewhîd û muhabbeta Resulûllah."
Davutoglu di çarçoveya bernameya xwe ya li Mêrdînê de li Taxa Yalimê xizmeke Hatem Eteyê Sermuşawirê Serokwezîr di mala wî de ziyaret kir û pişt re derbasî Medreseya Qasimiyeyê bû. Serokwezîr Davutoglu vir di bernameya ku bi destê Wezareta Çand û Tûrîzmê hat lidarxistin de guh da Mewlûda Şerîf a kurmancî û tirkî. Di bernameyê de Qur'ana Pîroz hat xwendin, dia hatin kirin. Mewlûdxwînan beytên kurdî xwendin.
Davutoglu spasiya cemeata ku beşdarî bernameyê bû kir û diyar kir ku banga Mihemedî û Qur'ana Pîroz, Mewlûda Şerîf a kurmancî û tirkî hatin xwendin, hemû bi hev re guh dan van û muhabeta Hezretî Mihemed ji dil hîs kirin.
Serokwezîr Davutoglu got "Ev çi mecliseke xweş e ku me vir bi Banga Mihemedî û erebiya xweşik a Qur'ana Pîroz Mewlûda Şerîf a kurmancî û tirkî vir îhya kir, bi hev re guhdar kir, bi hev re cardin muhabeta Hezretî Mihemed ji dil hîs kir. Xwedê bereketa vê meclisa xweşik daîm bike û bike nesîbê mumînên ku di vê meclisê de hatin bal hev ku bi hev re li gel hev, mil bi mil, dibe ku bi zimanên cuda lê bi heman zimanê îmanê ji dil biaxivin."
- "Hemû ziman ezîz in
Serokwezîr Davutoglu bal kişand ku ji bo wan ehemmiyeta zimanan tiştên ku ziman dibêjin in û wiha axivî: "Heke tiştekî xweş bê gotin, erebî jî xweş e, tirkî jî xweş e, kurdî jî xweş e. Heke tiştekî nexweş bê gotin tirkî jî nexweş e, kurdî jî nexweş e. Heke tiştek nexweş bê gotin tiştekî ku nefretê derdixîne bê gotin, tiştekî ku dibe sedema şidetê bê gotin tirkî jî bê gotin nexweş e, kurdî jî bê gotin nexweş e, erebî jî bê gotin nexweş e. Ji ber wê hemû ziman ezîz in, tenê bila Xwedê berê me bide tewhîd û muhabbeta Resulûllah."
Serokwezîr Davutoglu bi bîr xist ku di sala 2010an de bi malbata xwe re Medreseya Qasimiyeyê ya ku wê çaxê wekî mekanekî metrûk û ji rêzê ji ziyaretê re vekirî bû, ziyaret kir û axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Dema halê Medreseya Qasimiyeyê hat bîra min, min careke din hemd kir. Metrûk bû wekî mekanekî ji rêzê ji ziyaretê re vekirî bû lê di halekî wisa de nebû ku rihê tu kesî hîs bike. Me îro şikir di vê meclisa xweş de vir jî îhya kir. Em wisa bawer dikin ku cihekî ku carekê bûye mescid heta hetayê mescid e. Kî wir dengê banga Mihemedî nedabe bilindkirin webalê wê jî ser stûyê wî ye. Ji ber wê min demek beriya niha bi xoceyê xwe re jî bi miftî efendî re jî hevdîtin kir, ez beriya ku bêm vir jî ev yek di dilê min de hebû, înşellah em vir ji Wezareta Çandê dewrê Wezareta Karên Diyanetê bikin û wekî îbadetxane, wekî mescid dîsa ji bo ku Banga Mihemedî heta qiyametê raneweste, bêdeng nebe emanetî we mêrdîniyan bikin. Jixwe min ji seyda û aliman dizanibû ku ev yek tê xwestin."
-"Em ji dil diaxivin"
Serokwezîr Davutoglu got "Em ji dil diaxivin" û da zanîn ku dema mil bi mil rûdinin, serê xwe didin secdeyê, mûsehafayê dikin, enerjiyeke ku belavî her derê dibe û muhabet belav dibe. Davutoglu destnîşan kir ku ji vê yekê bawer dikin û wiha axivî: "Xwedê li van deran her dem kesên ku bi hev re bi zimanê dil diaxivin bike serdest û desthilatdar. Lê belê ew kesên ku ji gel dûr in, li vê hemû erdnîgariyê ew kesên ku li ser navê nijadekê, li ser navê îdeolojiyekê mirovan dûr dixin jî fitne û fesada wan jî ji me dûr bixe."
Davutoglu bal kişand ser bûyerên ku li Iraq, Sûriye û welatên hawirdor diqewimin û wiha axivî: "Ricaya min a herî girîng a ji seyda, alim, mele û civata hazir ew e ku di van rojên dijwar de kî dibe bila bibe bila her kes amelên xwe ser biratî, ser biratiya xwe ya ebedî bilind bikin, li hember ew kesên ku di vê mijarê de fitne û cudakariyê dikin bibin yekbeden. Ez bi taybetî spasiya dost û birayên me yên mêrdînî yên ku deriyê xwe ji birayên me yên ku ji Iraqê hatin re vekirin, mal û xwarina xwe bi wan re parve kirin, spas dikim. Me dema ku hat ber derê me ji mirovan pirsa tu sunî yî, şiî yî, ereb î, kurd î an tirkî nekir, em nabêjin jî."
Davutoglu kesên ku ji ber bûyerên Kobanêyê berê xwe dan şidetê bi bîr xist û wiha axivî: "Me wekî Komara Tirkiyeyê û hikûmet li tu derê netewe û mezheba tu kesê ku hat ber derê me nepirsî. Hûn jî bibin şahid em ê ji niha pê ve jî nepirsin. Kî mezlûm be em ê deriyên xwe ji bo wan vekin. Ji bo ku we jî vekir Xwedê ji we razî be. Xwedê berdewamiya van meclisan bike nesîb. Hûn vir bi şenş in, di vê atmosfera xweşik a Mêrdînê de hûnê înşellah bi hev re remezanê îhya bikin. Heke bibe nesîb em ê jî vê carê wek mescid li Mescida Qasimiyeyê hemû bi hev re nimêj bikin û dia bikin."