ÎSTANBUL
Serokwezîr Ahmet Davutoglu beşdarî bernameya TRT xebarê bû û li vir der barê pirgirêka kurd û pêvajoya çareseriyê de axivî. Davutoglu bal kişand li ser bûyerên Parka Geziyê û operasyonên di navbera 17 û 25ê kanûnê de hatin kirin û got ku hedefa van her duyan jî pêvajoya çareseriyê bû û wiha pê de çû: "Em 12 sal in ku ji aliyekî ve tewaf dikin, ji aliyê din ve jî kevir diavêjin şeytan. Herwiha em bi bûyerên neyînî yên wek bûyera 367an, teşebûsên derbeyê, girtina partiyan re rûbirû dimînin."
Davutoglu hişyarî da Nûrî el Malikî û got polîtîkayên mezhebî dibin sedema radîkalbûnê û dê ev yek jî bibe sedema perçebûna Iraqê û wiha berdewam kir:
"Kesî zêde guh neda hişyariyên me û di encamê de mecbûr man bên bal hev û ji Malikî re bibêjin 'here.' Lewra di demên dawîn de xetereyeke wekî DÎŞIyê derket holê û sedema derketina vê xetereyê biryarên xelet ên ku desthilatdariyê da ne. Aliyê mijarê yê ku me eleqedar dike ev e: Tirkiye li ser nirxên mezhebî û etnîk ava nebûye. Tirkiye ne dişibe Sûriyeyê ne jî dişibe Iraqê. Em nikarin polîtîkayên li ser nirxên mezhebî û etnîk ava bûne ji dewleta xwe re bikin binyad. Girîngiya pêvajoya çareseriyê li vir derdikeve holê. Heke me jî di pêvajoya çareseriyê de xeletiyên ku di salên 1980 û 1990î de hatin kirin dubare bikira, me tevgerên aştîxwaz ên kurd wek xetere binirxanda, kurdî serbest nebûya, kurd wekî hemwelatiyên tirk nehatana hesibandin dê îro li Tirkiyeyê pirsgirêkên din derketana holê."
Davutoglu bal kişan li ser pêvajoya çareseriyê û wiha berdewam kir: "Min di mulaqateke xwe de der heq pêvojoya çareseriyê de wiha gotibû, ev yek mîna tiştekî wisa ye ku mirov ji çemekî gûr re derbasî aliyê hember bibe. Dema hûn bawer dikin ku hûn êdî gihiştine nêvî, wê hingê hûn dikin ku derbasî hember bibin. Lê heke hûn hê nehatibin wir, heke av jî gûr be, hişê we li pey we ye. Ez vê ji bo asta me ya ku îro em hatinê dibêjim. Êdî em ji nêvî derbas bûn. Ji vê pê ve ji bo hemû aktorên pêvajoya çareseriyê armanc ew e ku demildest derbasî rexê din bibin."
"Wezîfeya me ew e ku em atmosfereke azad a ku hemû welatiyên li her derê Tirkiyeyê beyî ku ferq û mehliya kurd û tirkan bê kirin, xwe di çarçoveya hesta aîdiyetê de xwe ji vê dewlet û welatî hîs bikin û bi hestên welatîtiyê bi dewletê ve bên girêdan û her cure cudaxwazî ji holê rabûye bi dest bixin. Wek girêdayî vê yekê ne tenê çek û pevçûnên çekdarî bisekinin, daxwaza me ew e ku çek bi temamî ji navê rabin. Niha fikareke me tenê heye ew jî cebirandina vê birînê ye, em dê vê birînê bicebirînin. Li vî welatî cardin dê ne zilmên ku li girtîgeha Diyarbekirê hatin kirin biqewimin, ne jî pêvajoyên ku bi provakasyonên navxweyî û derveyî ciwanan derxînin serê çiyê û wan di ciwaniya wan de bi kar tînin, dê biqewimin."
Davutoglu got dema cara ewil ez çûm Hewlêrê min bi Mesûd Barzani re hevdîtin kir gelek aliyan rexne li me kir û wiha berdewam kir:
"Me xwest ku li welat em dilê hemwelatiyên xwe yên kurd xweş bikin û li derveyî welat jî têkiliyên xwe yên bi birayên xwe yên kurd re xurt bikin. A niha em hemû encamê bi hev du re dibînin. Ditirsiyan ku ji Herêma Kurdistana Iraqê re bibêjin Kurdistan, ji ber ku ev îfade di zagona bingehîn a HKIyê de cih digirt, digotin gelo em wisa bibêjin dê çi bibe? Ji bo Xwedê heke ev tirs bi me re hebûya, gelo me yê çawa pêvajoya çareseriyê birêve bibira? Heke birêz Mesûd Barzanî digel xetereya Geziyê, li Diyarbekir bi birêz Serokwezîr re nehata bal hev an jî me ev hevdîtina li Diyarbekirê wek xetere binirxanda dê îro rewş çawa bûya... Ez li Wanê li Nêçîrvan Barzanî geriyam, ne welat perçe bû ne jî... Eksê vê divê em vê yekê qebûl bikin. Lewra ev sînor li gor vîna me nehatin xêzkirin. Ev sînor li gor Peymana Lozanê hatin diyarkirin. Lê ev sînor êdî sînorên me ne. Divê em bi vê yekê baş bizanibin. Mirovên di nav sînorên me de dijîn û ên derveyî sînor xizmên hev du ne. Divê em jî van sînoran wek xetere nebînin û nenirxînin. "