ANKARA
Serokê Giştî yê CHPyê Kemal Kiliçdaroglu di 18emîn Kûrûltaya Derasayî ya CHPyê de 740 deng girtin û dîsa wek Serokê Giştî yê CHPyê hat hilbijartin.
Serokê Dîwanê Engîn Altay encamê hilbijartina ku ji bo serokatiya giştî hat kirin, eşkere kir.
Altay got ku ji 1218 delegeyên qeydkirî, 1181ê wan deng dan û ji dengan 1155 deng derbasdar bûn û 26 heb jî nederbasdar bûn.
Engîn Altay da zanîn ku Kiliçdaroglu 740 deng girtin û dîsa bû serokê giştî û namzedê din Mûharrem Înce jî 415 deng girtin.
-CHP di nav xwe de nîqaşan dike
Kemal Kiliçdarogluyê ku dîsa bû Serokê Giştî yê CHPyê got ku "CHP di nav xwe de nîqaşan dike. Lê em dê vê yekê di nav dîsîplîneke mezin de bi cî bînin" û piştî ku di hilbijartinê de bi ser ket bangî partiyiyan kir.
Kiliçdaroglu bangî ciwanan kir û got ku "Min her dem ji we bawer kir, dahatûya welatê ciwanan de ye". Kiliçdaroglu got ku "Bikevin siyasetê, ciwanên ku dixwazin li Tirkiyeyê siyasetê bikin, bikevin siyasetê. Di siyasetê de cihê xwe bikin. Me deriyek vekir, hûn wê deriyê mezintir bikin, bendava ji sedî 10ê qebûl nekin. Daxwazkar bin."
Kiliçdaroglu spasiya partiyiyan kir û bangî reqîbê xwe Mûharrem Înce kir ku ew jî bê ser kursiyê.
Mûharrem Înce piştî kûrûltayê bersiva pirsên rojnamevanan da. Înce li ser pirsa "Hûn encamê kûrûltayê çawa dinirxînin?" parast ku li partiyê împaratoriya tirsê berdewam dike.
Înce îdia kir ku tehdeyê li delegeyan kirine û got ku "Ez xemgîn nînim, di rêya rast de me, ez wisa difikirim ku min karekî rast kiriye. Min 177 îmze sitandibûn lê 415 deng girtin."