Wezîrê Parastinê Îsmet Yilmaz diyar kir ku Tirkiyeyê di operasyona ku dê li ser Mûsilê pêk were de li cem Iraqê be û wiha dewam kir: "Tirkiye amade ye ku di têkoşîna Iraqê ya li dijî terorê de bi her hawî piştgiriya lojîstîk û îstixbaratê bide. Ligel vê piştgiriyê herwisa em amade ne ku di warê perwerde û techîzatê de alîkariya artêşa Iraqê û pêşmergeyan bikin."
Wezîr Yilmaz û Wezîrê Parastinê yê Iraqê Xalid el-Ûbeydî piştî hevdîtina yek bi yek û ya di nava şandeyan de li Wezareta Parastinê civîna çapemeniyê ya hevpar li dar xistin. Yilmaz di axaftina xwe de wiha xeberda: "Em ligel Ûbeydî li ser mijara têkoşîna li dijî terorê û hevkariya di warê ewlehî û parastinê de rawestiyan. Tirkiye ji bo yekîtî, ewlekarî, îstiqrar û pêşketina Iraqê her ku çi ji destê wê were dê bîne cih. Em li pişt bernameya dorfireh a hikûmeta Îbadî disekinin."
Yilmaz diyar kir ku ew ê di operasyona ku dê li ser Mûsilê pêk were de li cem Iraqê cihbigrin û wiha pê de çû:
"Tirkiye amade ye ku di têkoşîna Iraqê ya li dijî terorê de bi her hawî piştgiriya lojîstîk û îstixbaratê bide. Ligel vê piştgiriyê herwisa em amade ne ku di warê perwerde û techîzatê de alîkariya artêşa Iraqê û pêşmergeyan bikin. Alîkariya me ya leşkerî dê ji bo hemû hêzên ewlekariyê yên Iraqê re berdewam bike."
- Dê ji bo kesên ku Mûsilê biterikînin kamp bên avakirin
Yilmaz destnîşan kir ku heta niha Tirkiyeyê 800 tir alîkariya mirovî şand Iraqê û wiha got: "Tirkiye amade ye ku di heyama operasyonê de ji kesên ku mecbûr man û Mûsil terikandin re alîkariya mirovî bişîne û kampan ava bike. Tirkiyeyê di rizgarkirina Mûsilê de dê li cem birayên xwe yên Iraqî be."
- Perwerdekirina muxalifên Sûriyeyî
Wezîr Yilmaz mijara perwerdekirin û techîzatkirina muxalifên Sûriyeyî jî nirxand û bi bîr xist ku Tirkiyeyê bi DYAyê re peyman îmze kir û wiha domand:
"Ev peyman, der heqê mijara perwerdekirina muxalifên Sûriyeyî ye ku dê ji bo têkoşîna li dijî DÎŞIê li Tirkiye, Qatar û Erebistana Siûdî bên perwerdekirin. Kesên ku dê ji bo bernameyê bên qebûlkirin, dê bi biryara hevpar a DYA û Tirkiyeyê ve were kifşkirin. Heke hûn merivên ku baweriya we pê heye perwerde bikin, hûnê ji wan fêleke xerab hêvî nekin û hûn ê tiştekî wiha hêvî bikin."