Serokwezîr Ahmet Davutoglu der barê pêvajoya çareseriyê de wiha got: "Wê civînên me yên bi lijneya merivên aqilmend re bidomin. Wê pêwendî ne tenê bi HDPyê re bi hemû gel re were danîn."
Davutogluyê ku beşdarî Civîna Nirxandin û Şêwrê ya AK Partiyê ya 23yemîn bûbû, piştî ku çû ser mezelên eqrebayên xwe derbasî walîtiyê bû.
Davutoglu der barê rojevê de pirsên rojnamevanan bersivand.
- "Em di pêvajoya çareseriyê de bi biryar in"
Davutoglu li ser pirsa "Hevdîtinên di navbera HDP û hikûmetê de bi dawî bûn an na?" de wiha got: Di pêvajoya çareseriyê de em bi biryar in û em pêvajoya çareseriyê tenê ji mixatab û aktorek re jî nahêlin. Gelê me li vê pêvajoyê xwedî derketiye. Wê civînên me yên bi lijneya merivên aqilmend re bidomin. Wê pêwendî ne tenê bi HDPyê re bi hemû gel re were danîn."
Davutoglu wiha axivî: "Heger HDP bikeve nav çalakiyên provakatîf û li gor zagonan tevnegere û pergala kamuyê xera bike, ev ne tenê zirarê dide pêvajoya çareseriyê, ev zirarê dide siyaseta naxweyî ya Tirkiyeyê jî."
- "Kî feydeyê bide pêvajoya çareseriyê em pê re diaxivin"
"Kî feydeyê bide pêvajoya çareseriyê em wek mixatab qebûl dikin û pê re dixavin. Lê heger wiha nebe, em ê rê nedin kesî ku zirarê bide pergal û ewlehiya kamuyê."