Wezîrê Pêşketinê Cevdet Yilmaz got: "Bi îzna Xwedê çek wê bên danîn û bi tevahî ji rojeva me derkevin, kî çi bixwaze wê di dorhêleke demokratîk de îfade bike û têkoşîna xwe ya siyasî jî di nav demokrasiyê de bidomîne."
Komeleya Karsazên Şêrên Anadoluyê (ASKON) civîneke bi sernavê "Veguherîna Binyadî ya Aboriya Tirkiyeyê: Planên Çalakî û Reforman" li dar xistin û Wezîrê pêşketinê Yilmaz jî beşdar bû.
Yilmaz qala xebatên bernameya veguherîn û Planên Pêşketinê ya 10an kir li ser girîngiya îstiqrarê sekînî û wiha got: "Îstiqrar her tim girîng e. Îstiqrara siyasî jî di her hêlê de girîng e. Lê bi taybetî jî di van rojên ku li seranserê dinyayê rageşî hene de îstiqrara siyasî ya li herêma me zêdetir bi qiymet e."
Ji Yilmaz pêvajoya çareseriyê hat pirsîn û der heqê meseleyê de Wezîrê Pêşketinê destnîşan kir ku gelek hêlên vê mesleyeê hene ku meriv dikare li serê xeberbide û wiha pê de çû: "Bi îzna Xwedê çek wê bên danîn û bi tevahî ji rojeva me derkevin, kî çi bixwaze wê di dorhêleke demokratîk de îfade bike û têkoşîna xwe ya siyasî jî di nav demokrasiyê de bidomîne. Li Tirkiyeyê êdî ev rewş heye."