"Sempozyûma li Rohjhilata Navîn Kurd û Aştî" ya ku Weqfa Alîkariya Însanî ya Maf û Azadiyên însanî (ÎHH) li Diyarbekirê li dar xist, bi dawî bû.
Alîkarê Serokê Giştî yê ÎHHyê Gulden Sonmez di rûniştina dawîn de bi serenavê "Ji bo aşîtî û çareseriyê hewcedarî bi çi heye û berpirsiyariyên me", pêşkêşiyek kir. Sonmezê diyar kir ku dê hemû xeberdan û gotarên ku di sempozyûmê de hatin pêşkêşkirin bi 5 zimanan bikin pirtûk û biweşînin.
Sonmez got me ji ber sempozyûmê rexne kirin, gotin "hûn alîkariya xwe bidin; lê alaqa xwe bi meseleyên wiha nekin" û wiha dewam kir: "Ev rexne her tim hene. Heke hûn bi meseleya rojhilatê Tirkîstanê ve eleqeder bibin dê aliyekî, hûn bi Filîstînê re eleqeder bibin dê aliyekî din û hûn bi meseleya Kurdan re jî eleqeder bibin dê rexne ji aliyekî din ve bên kirin."
Sonmez der heqê pêvajoya çareseriyê de jî wiha axivî: "Em di mijara mixatab girtinê de qasî ku hikûmetê rexne dikin bi wî qasî aktorên din ên li herêmê jî rexne dikin. Divê deng zêdetir derkevin û bilind bibin. Divê xebatên wiha zêdetir bên kirin û divê zêdetir li ser gavên berbiçav ên ku tên avêtin xebat bên kirin."
Sonmez bal kişand ser bûyerên di 6 û 7ê kewçêrê de qewimîn jî û got gava ku gotin Yasîn Boru û hevalên wî wiha bûn, me baweriya xwe pê neanî me got: "Na, ne mimkun e ku li Diyarbekirê tiştekî wiha biqewime."