02 Hezîran 2016•Rojanekirin: 03 Hezîran 2016
ANKARA
Alîkarê Serokwezîr Numan Kurtulmuş got: "Divê ev zagon ji serî heta binî bi awayekî cidî bê guherandin. Ji ber vê em dibêjin sîstema serokatiyê."
Kurtulmuş di TGRT Haberê de pirsên der barê rojevê de bersivand.
Kurtulmuş li ser pirsekî got ku li Tirkiyeyê bi hikûmetên AK Partiyê ve reformê dest pê kiriye û ji bo zagonê wiha axivî: "Mixabin ev mijar li Tirkiyeyê pir eşkere nehat nîqaşkirin. Hinek vê bi tenê girêdayî sîstema serokatiyê qebûl dikin. Lê, ne wisa ye. Divê em vê dewama Zagona 1982an heta wisa ku dewama Zagona 1961an bibînin. Li Tirkiyeyê gel çiqas ray hildide bila hilde, kîjan desthilatî çiqas xurt dibe bila bibe, di rastiyê de ji bo desthilatiya olîgarşiya burokratîk xurt bike zagonek li holê ye. Divê ev zagon ji serî heta binî bi awayekî cidî bê guherandin. Ji ber vê em dibêjin sîstema serokatiyê divê çêbibe."
- "Em qala giherandina rejimê na qala guherandina sîstemê dikin"
Bi bîra Kurtulmuşê Alîkarê Serokwezîr xistin ku Serokê Gişkî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu der barê serokatiyê gotibû "Hûn nikarin bê xun sîstemeke wiha bînin" li ser vê Kurtulmuş got, "Di vê mijarê da meseleya bingeh ew e ku piştî guherandina qanûna bingehîn a di 2007an, di 1ê tebaxa 2014an da bi raykirina qanûna bîngehîn va gel Serokomar hilbijart. Ya rastî bi vê va li Tirkiyeyê di sîstemê da guherîn çêbû. Dema ku meriv ji vî alî va lê mêzeke sîstem guherî."
Kurtulmuşê Alîkarê Serokwezîr der barê îdiaya CHPê ya ku dibêje "Rejim tê guherandin" da jî wiha axivî: "Min di axaftina xwe ya meclisê da jî got. Ji bo ku CHPê ji vê şaşiyê xilas bikim min got 'Guherandina rejima nîne, ev guherandina sîstemê ye'. Berdevkê CHPê jî got erê em jî tişta ku Numan Beg dibêje dibêjin."
- "Em nikarin rojeva Tirkiyeyê bi guherandina qanûna bingehîn va îşgal bikin.
Numan Kurtulmuş li ser pirsa "Guherîna qanûna bingehîn a teze ew ê kînga bê Meclisê?" wiha got: "Ez nikarim bêjim îro yan jî sibê, vê nabêjim. Lê belê di dawiya dawiyê da siyaset karê gihîştina şertan e. Lê em nikarin rojeva Tirkiyeyê bi guherandina qanûna bingehîn va îşgal bikin."
Ji Kurtulmuş pirsîn ku "Gelo ku ev nebe hûnê sîstema serokatiya bipartî bînin? li ser vê Kurtulmuş wiha got: "Ev girêdayî şert û mercên li Meclisê ye. Ji ber vê ya ku me daye pêşiya xwe sîstema serokatiyê ye. Em li vê mêze dikin û vê tînin rojevê, em ê paşê çareya halê wê mêze bikin."