10 Nîsan 2016•Rojanekirin: 11 Nîsan 2016
ANKARA
Meclisê vê heftê li ser "sîgorta trafîqê ya mecbûrî, cardin înşakirina Sûrê, 'Kanal Îstanbul', jêbirina prîmên sîgorta tenduristiyê ya giştî ya heta 25 saliyan, hildana 15 hezar polêsan û fînansmanê terorîzmê" bisekine.
Lijneya Giştî ya Meclisê wê vê heftê 12-13-14ê nîsanê rojên sêşem, çarşem û pêncşemê û 15ê nîsanê roja înê bixebite, 11ê nîsanê roja duşemê jî wê nexebite. Lijneya Giştî heke bernameya xwe ya rojane temam neke, wê piştî saet 24.00î jî xebatan bidomîne.
Lijneya Giştî wê roja sêşem, çarşem û pêncşemê li ser "pêşnûmaya torbe" ya ku ji "sîgorta trafîqê ya mecbûrî, cardin înşakirina Sûra Diyarbekirê, 'Kanal Îstanbul', jêbirina prîmên sîgorta tenduristiyê ya giştî ya heta 25 saliyan, hildana 15 hezar polêsan û fînansmanê terorîzmê" pêk tê bisekine.
Pêşnûmaya xebata esnek
Heke "pêşnûmaya torbe" di Lijneya Giştî da bibe yasa, roja înê lijneyê li ser pêşnûmaya xebata esnek bisekine.