31 Gulan 2016•Rojanekirin: 01 Hezîran 2016
MARDÎN
Ji 8 terorsîtên ku li Nisêbîna navçeya Mêrdînê di çarçoveya operasyonên dijî PKKya rêxistina terorê da, di 27ê gulanê da radestî hêzên ewlehiyê bibûn, yek jê Osman Ûçarê navê wî yê kod Canfeda ye.
Li Nisêbînê "Operasyona Atmaca-7" ya ku Hêzên Çekdar ên Tirkiyê (TSK) û hêmanên ewlehiyê ji bo ku çalên ku terorîstan kolan bên girtin, bergiriyên hatine danîn bên rakirin, teqemeniyên bidestçêkirî yên ku hatine veşartin bên îmhekirin û nîzama kamûyê ji nû ve bê tesîskirin di 14ê adarê da dan destpêkirin, berdewam dike.
8 terorîstên ku li ser bangewaziya hêzên ewlekariyê teslîm bûn, piştî kar û barên li ewlekariyê sewqî dadgehê hatin kirin.
Ji terorîstan Osman Ûçar hat girtin, doza 7 terorîstên din dewam dike.
Hat destnîşankirin ku Ûçar di îfadeyê xwe da îdia kir ku "ew sivîl e, tevlî bûyeran nebûye." Lêbelê hat tespîtkirin ku Ûçar di nav kadroya çiya ya PKKyê da ye, li welêt û derveyî welêt li ser navê rêxistinê kar kiriye, bi taybetî hatiye perwerdekirin, li Nisêbînê kesên nû tevlî rêxistina terorê bûne perwerde kiriye û tifinga nîşangiran bi kar aniye.