Nihat Kavşut
10 Berfanbar 2020•Rojanekirin: 10 Berfanbar 2020
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, "Piştî şewba Kovîd-19ê ku wê dinya şiklekî nû bigire divê hemû polîtîka li gor mafên mirovan bên verastkirin û mekanîzmayên çalak yên ku bêedaletiyan ji holê radikin bên avakirin."
Erdogan ji bona Roja Mafên Mirovan ya Dinyayê ya 10ê Kanûnê peyamekê weşand û salvegera 72yemîn ya qebûlkirina Beyannameya Gerdûnî ya Mafên Mirovan ya Neteweyên Yekbûyî (NY) û Roja Mafên Mirovan ya Dinyayê ya 10ê Kanûnê ya welatiyên Tirk û hemû mirovahiyê pîroz kir.
Serokomar Erdogan di peyama xwe da got em dibînin ku di civakên Rojavayê da bi şewba Kovîd-19ê ra di serî da azadiya îbadet û baweriyê dijî emilandina heqên ku bi beyannameyan hatine parastin astengî zêde dibin.
Erdogan diyar kir piştî şewba Kovîd-19ê ku wê dinya şiklekî nû bigire divê hemû polîtîka li gor mafên mirovan bên verastkirin û mekanîzmayên çalak yên ku bêedaletiyan ji holê radikin bên avakirin.