26 Nîsan 2016•Rojanekirin: 27 Nîsan 2016
ÎSTANBUL
Yekîtiya Akademîsyen û Nivîskaran a Welatên Îslamê (AYBÎR) li Rektoriya Zanîngeha Stenbolê Konferansên Tirkiyeya Nû li dar xist. Serokê Meclisê Îsmaîl Kahraman di civîna bi sernava "Tirkiyeya Nû û Makezagona Nû" da axivî û got ku divê Tirkiyeya nû bibe Tirkiyeke adîl û ji bo vê jî pêdivî bi makezagoneke nû heye.
Kahraman destnîşan kir, dema ku makezagon tê çêkirin, divê haya meriv ji civatê hebe û meriv makezagonê dîkte neke û wiha dewam kir:
"Divê hûn makezagonê bi civatê ra çêbikin. Makezagona me herî zêde bêyî civatê hatiye çêkirin. Di heyeta ku Makezagona 1982yan da Şener Akyol jî hebû. Min jê pirsî û got 'Em li welatekî misilman in, çima makezagon bi navê Xwedê dest pê nake?'. Wî jî got 'Me bi navê Xwedê da destpêkirin, lê konseyê rakir.'. Divê makezagona nû girîngiyê bide ferdan. Dewlet divê xwe wek xizmetkarê ferdan bizane. Piştî ku azadî hat dayîn, ev azadî neyê sînordarkirin. Di tu dera makezagona heyî da lefza Allah (Xwedê) tuneye, lê makezagonên 1982 û 1961an ji makezagonên dîndar in. Çima? Serokê Karên Diyanetê di nav îdareyê da heye. Cejnên dînî, cejnên fermî ne. Dersa dîn mecbûrî ye û li ser baweriyê hatiye çêkirin. Ango ne dunyewî ye, makezagoneke dîndar e. Divê terîfa laîklîkê li gor wê be. Jixwe divê laîklîk di makezagona nû da tunebe. Li dinyayê terîfa laîklîkê di makezagona Fransa, Îrlanda û Tirkiyê da heye. Terîfa wê jî tuneye. Kê çawa bixwaze li gor xwe şîrove dike. Divê tiştekî wiha nebe. Divê makezagonên me ji dîn nerevin. Em wek welatekî misilman çima xwe ji dîn bişûn, jê dûr bimînin? Em welatekî îslamê ne. Ji ber vê yekê divê em makezagoneke dîndar çêbikin."