ANKARA
Hevserokên Giştî yê HDPyê Selahatîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdagê wiha gotin: "Mîrata hêja ya ku 100 sal beriya niha ji tirk, kurdî ermenî û gelên din ên Anadoluyê yên ku mil dan hev û bi qehremanî şer kirin û li rex hev ketin û can dan, ji me re ma ew e ku ji bo jiyaneke birûmet em bikaribin li cem hev çik bisekinin"
Di daxuyaniya ku bi îmzeya Demîrtaş û Yuksekdagê ve hat belavkirin de ji ber boneya 100emîn salvegera Şerên Çanakkaleyê kesên ku can dan bi rêzdarî û rehmetê hatin bibîranîn.
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ku di Şerên Çanakkaleyê de bi deh hezaran welatiyên Împaratoriya Osmanî tirk, kurd, ermenî, mûsevî, ereb û çerkes di heman kozikan de can dan.
Dîsa di daxuyaniyê de hat gotin ku dewleta Îngiliz û Fransiz ji bo ku dinyayê di nava xwe de parve bikin, bi deh hezaran Anzak û kesên ji Bakûrê Afrîkayê anîn şer û ew jî rastî heman aqûbetê hatin û wiha hat domandin:
"Hêzên emperyal ên mêtînker, di serî de xaka Împaratoriya Osmanî ya ku li ber belabûnê bû ji bo ku qadên nû yên hakimiyetê bi dest bixin, wehşeta milîtarîst, tifaqên qirêj û bixwîn pêk anîn."
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di Şerê 1emîn ê Dinyayê de Hikûmeta Osmanî qedera xwe bi ya emperyalîzma Alman ve girêda û civak rastî bobelatê kir û wiha hat berdewamkirin:
"Mîrata hêja ya ku 100 sal beriya niha ji tirk, kurdî ermenî û gelên din ên Anadoluyê yên ku mil dan hev û bi qehremanî şer kirin û li rex hev ketin û can dan, ji me re ma; ew e ku ji bo jiyaneke birûmet em bikaribin li cem hev çik bisekinin. Dersa herî gîrîng a ku divê ji vê rewşê were derxistin ew e ku wekî neteweyekî demokratîk ê li wetanê hevpar, avakirina jiyaneke wekhev a di komara demokratîk de bibe armanc. Îro roj ji bo pêkanîna aşitiyê divê em qewimînên ku 100 sal beriya niha li ser vê xakê qewimîn, hîn bibin û xeletiyên 100 sal berê dubare nekin. Em li pêşberê bîranîna cangoriyên Çanakaleyê dubare bejna xwe kuz dikin."