Nihat Kavşut
19 Nîsan 2017•Rojanekirin: 19 Nîsan 2017
ANKARA
Mîthat Sancarê Parlementerê Mêrdînê yê HDPyê destnîşan kir divê referanduma 16ê nîsanê bê betalkirin û wiha got: "Îmkana ev hilbijartin bê serastkirin tuneye. Tenê rêyek heye divê hilbijartin bê betalkirin. Heta referandum neyê betalkirin ev nîqaş naqedin."
Sancar û hin parlementerên HDPyê, endamên meclisa partiyê û MYKyê hatin ber Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) û ji bo referandum bê betalkirin serlêdan kirin.
Mîthat Sancar destnîşan kir di daxwaznameya dan YSKyê da her tiştî bi eşkereyî dibêjin û wiha got: "Me serî li lijneyên hilbijartinê yên navçeyan jî xist û îtirazên xwe kir. Li hin herêmên hilbijartinê bi alîkariya hêzên ewlehiyê û amirên mulkî dengdayîn hatiye kirin. Li hin gundên li Rojhilatê rayên blok ên 'erê' derketin û ev jî îsbata vê ye."
Sancar diyar kir biryara YSKyê ya der barê "zerf û rayên bêmohr" da îsbatkirina rayên ji derva zehmet dike.