20 Nîsan 2017•Rojanekirin: 20 Nîsan 2017
ÎSTANBUL
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan daxuyanî da televîzyona El Cezîreyê û der barê dengdayîna gel, gavên ku wê ji vir pê va bêne avêtin, zexta Ewropayê ya li ser Tirkiyeyê û axaftina xwe ya bi serokê DYAyê Donald Trump de axivî.
Erdogan li ser pirsa "Di axaftina we ya bi Trump re Amerîkayê gelo di mijara PKK, YPG û PYDyê de sozek da ku ewê polîtîkaya xwe biguherîne?" wiha got: "Jixwe berê di vê mijarê de gotibûn ku li dijî rêxistinên terorê divê xebateke hevpar bê kirin. Di hevdîtinên niha de û yên rûbirû de êdî wê li ser vê mijarê bi hûrgilî bê axaftin. Emê gelek belgeyan pêşkêşî wan bikin. Berê jî di mijara PKKê de mutabaqateke me hebû. Di heyama Obama de jî mutabaqata me hebû, lê mixabin Obama di mijara PYD û YPGê de em xapandin. Li gor min rêvebiriya niha wê nekeve nav rewşeke wisa, ez îhtimalê nadim vê."
Serokomar ji bo pirsa "gelek serokên welatan ji ber dengdayîna gel ew pîroz kirin, lê Serokwezîra Almanyayê Merkelê hê ew pîroz nekiriye" wiha got: "Em dikarin vê wek psîkolojiya ku xwe sûcdar dihesibîne şîrove bikin, ev yek, ya duduyan jî heke derfeta we hebe vê pirsê ji wê bipirsin."
- Tevgera Îranê ya "hakimiyeta persan"
Di bernameyê da ji Erdogan pirseke wiha jî hat pirsîn; "Piştî ku li ser Peymana Sykes-Pîcotê ra 100 sal derbas bû, di medyaya Rojava da herêm cardin tê dîzaynkirin û Tirkiye wê bi taybetî jî di dîzaynkirina Sûriye û Iraqê da midaxale bike an na?"
Erdogan bi bîr xist ku ew li dijî bûyera Sykes-Pîcotê ne û timî jî vê dibêjin û wiha dewam kir:
"Dema ku em bi wan ra diaxivin, dibêjin ku 'Em ligel yekparetiya axa Iraq û Sûriyeyê ne', lêbelê di pratîkê da ba ça xebera tîne bêhna parvekirinekê tê, pirsgirêk di vir da ye. Hûn lê mêze dikin helwesta berfirehbûna persîtiyê ya Îranê di demên dawîn da êdî ji hedê xwe derketiye. Wek mînak ev li Iraqê di têkoşîna DEAŞê da xwe dide der. Mesela Heşda Şabî kê ye, kê pişta wê dike? Ji bo Heşda Şabî ji Parlementoya Iraqê biryarê derdixin ku 'Rêxistina terorê nîne', lêbelê rêxistineke terorê ye, lê kê pişta wê dike, ew girîng e. Vêga binihêrin mixabin li wê derê ew ji aliyekî va li ser Şengalê dixebitin ji aliyekî din va êrîşî Telaferê dikin. Li Telaferê kê heye? Nêzî 400 hezarî tirkmen hene; qismekî van şîe ne, qismekî wan sunnî ne, lê vêga ew belawela bûn, li wê meriv kêm mane. Heşda Şabî ber bi wir va diçe, rewşeke wiha li pêşiya me ye. Em heman tiştî li navendê jî dibînin. Ev me xemgîn dikin, divê ev wiha nebin."
Serokomar Erdogan bal kişand, peywendiya navbera misilmanan ne nijadperestî ye, ol e.
Erdogan got, "Nijadperestî ji bo me nabe ol, mezheb ji bo me nabe ol, her yekî wan şêwaz in." û destnîşan kir heke hin kes vê weke dîn qebûl bikin, ew ê xemgîn bibin.