Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan û Serokwezîrê Swedê Fredrîk Reînfeldt, piştî hevdîtinên bi hev re û di nav lijneyan de civîna çapemeniyê ya hevpar li dar xistin.
Rojnamevanekî got ku heta dawiya 2011an têkiliyên Tirkiye û Sûriyeyê baş bûn, we vîze rakirin û gelek xebat kirin. Di demeke kurt de we li wir li hember Esed piştgirî da muxalifan. Pirsa min ev e: "We çima wisa kir, çi bû sedem ku we biryara xwe guherand?" Erdogan li ser vê yekê got ku di dema Bavê Esed de di welatê me de pirsgirêkek çêbû û piştî vê pirsgirêkê têkiliyên me heta îqtidara me xirab bûn. Piştî ku em hatin îqtidarê me xwest ku em bi cînarên xwe re têkiliyên xwe baş bikin. Ji ber ku tu pirsgirêkên me bi gelê Sûriyeyê re tuneye. Bereksê vê em bi gelê Sûriyeyê re xizmên hev in."
Erdogan qal kir ku "Ev mirov çima direvin?" û got ku "Ev mirov niha ji çekên rejîmê direvin. Di nav wan de çekên kîmyewî hene, çekên konvansiyonel jî hene."
Serokwezîr Erdogan diyar kir ku divê li vir neyên xapandin û wiha axivî û got ku li dinyayê lîstikek tê lîstin, bi çekên kîmyewî hezar û 500 kes mirin lê bi çekên konvensiyonel 150 hezar kes mir. Ango dema mirov bi çekên konvansiyonel tên kuştin girîng nîne, lê dema bi çekên kîmyewî tên kuştin girîng e. Her tiştê ku encama wê mirin e girîng e. Her tiştê ku dawiya wê mirin be girîng e, em nikarin vê nebînin. Ji ber vê yekê têkiliyên me yên bi Sûriyeyê re xirab bûn û heta ku Esed neçe jî gengaz nîne ku baş be."
- Li Sûriyê muxalifên ku em muxetabê wan in diyar in"
Rojnamevanekî ji Erdogan pirsa "komên cîhadxwez yên girêdayê el-Qaîdeyê zêde dibin û bi taybetî li sînora Sûriyeyê ev Tirkiyeyê ji bo xwe û çekên xwe wek rêya transîtê bi kar tînin, hûn vê çawa şîrove dikin?" kir li ser vê yekê Erdogan got ku "divê em pêşiyê bipirsîn gelo komeke wiha hebûye? Di vê mijarê de gelo di destê wan de tu belge hene? Ne mimkun e ku rêxistinên wek Nusra û el-Qaîdeyê li welatê me bi cî bibin, bereksê vê gava tiştekî wisa biqewime em bi rêxistinên dabeşker yên terorî re çawa têdikoşin em ê bi wan re jî wisa têbikoşin. Li Sûriyeyê muxalifên ku em muxetabê wan in diyar in, em li wir bi Artêşa Azad a Sûriyeyê re di nav têkiliyê de ne, hemû dinya jî vê artêşê nas dike.