Arîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê û Berdevkê Partiyê Beşîr Atalay wek partî ketina hilbijartinê ya HDPyê de got "Dê baş be ku rîskan bidin ber çavê xwe û wek partî bikevin hilbijartinê. Ev yek dê piştgiriyê bide normalîzebûna Tirkiyeyê. Hem ez kêrhatî dibînim ku îdiaya partiya Tirkiyeyê û gotinên di wê çarçoveyê de bên pêşxistin. Ez heta vê wek yek ji mijarên ku dê piştgiriyê bide normalîzebûna Tirkiyeyê dinirxînim."
Atalay di civîna ku Navenda Giştî ya AK Partiyê de kir de bersiva pirsên rojnamevanan ên der barê rojevê de da.
-"Ez dê kêfxweş bim ku wek partî bikevin hilbijartinê"
Ji Atalay pirsîn ka birêvebiriya AK Partiyê çawa li mijara wek partî ketina hilbijartinê ya HDPyê dinêre. Atalay li ser vê pirsê da zanîn ku wek birêvebiriya AK Partiyê bi taybetî li ser vê mijarê nesekinîn.
Atalay diyar kir ku wek lijneya stratejiyê nêzî hilbijartinê hemû partiyan û xebatên wan baş dişopînin û dinirxînin û wiha axivî:
"Tabî nêrîna me bixwe, bi taybetî fikra min a şexsî ez kêfxweş dibim ku wek partî beşdar bibin. Partiyên siyasî ji bo ku beşdarî hilbijartinê bin tên avakirin. Demokrasî bi saya partiyên siyasî tên birêvebirin. Yên din îstisna ne. Wekî ku her çiqas partiyeke siyasî ava kiribe jî lê dîsa bi awayekî serbixwe ketina hilbijartinan û hwd. Dê baş be ku rîskan bidin ber çavê xwe û wek partî bikevin hilbijartinê. Ev yek dê piştgiriyê bide normalîzebûna Tirkiyeyê. Hem ez kêrhatî dibînim ku îdiaya partiya Tirkiyeyê û gotinên di wê çarçoveyê de bên pêşxistin. Ez heta vê wek yek ji mijarên ku dê piştgiriyê bide normalîzebûna Tirkiyeyê dinirxînim."