HEWLÊR
Berpirsiyarê Têkiliyên Derve yê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Felah Mistefa diyar kir ku heke Bexda helwesta xwe neguherîne dê kurd konfederalîzm an jî bi rêyên din qedera xwe tayîn bikin.
Mistefa daxuyanî da nûçegihanê AAyê û rewşa siyasî ya li Iraqê û pêşeroja kurdan nirxand.
Mistefa destnîşan kir ku divê pergala federal bi layîqî pêk were û wiha got: "Di pergala federalîzmê de zordestî tuneye. Heke di nav kurd û ereban de wekhevî tunebe, rewş wiha nadome. Hikûmeta ku dê li Bexdayê ava bibe şensê dawîn e. Em ê bibînin ka hikûmet di navbera welatî û herêman de wekheviyê pêk tîne yan na."
Mistefa wiha axivî: "Heke Bexda helwesta xwe neguherîne li gor destûra bingehîn dê kurd qedera xwe tayîn bikin. Em ê herin referandûmê û bibînin ku kurd konfederalîzmê yan rêyeke din hildibijêrin. Em dixwazin ku bi Iraqê re bin, lê heke pirsgirêk, tengasî çareser nebin em ê konfederalîzmê îlan bikin."
Mistefa diyar kir ku hikûmeta navendî ya Iraqê firotina neftê asteng dike û rê li ber pêşketina Kurdistanê digire û wiha got: "Bexda dixwaze kurd dakevin asta xwe ya sala 2003an."
Mistefa destnîşan kir ku rayedarên Iraqê li dijî kurdan bê tehemûl in û wiha axivî: "Di pergala federal de hikûmet miaşên welatiyan nabire. Ev şerê bê tehemûliyê yê li dijî kurdan e. Li dijî kurdan niheqî û zilmeke mezin tê kirin."
- "Em ketin nav nexşeya vejenê ya cîhanê"
Mistefa diyar kir ku Kurdistan ket nav nexşeya vejenê ya cîhanê û wiha peyivî: "Ji bo em bibin çavkaniyeke biewle ji lîmana Ceyhanê ya Tirkiyeyê em neftê dişînin dinyayê. Em li gor destûra bingehîn tevdigerin. Raya navneteweyî jî vê siyasetê erênî dibîne."
- "Dozên ku Bexdayê vekirine dê pûç derkevin"
Mistefa destnîşan kir ku hikûmeta Bexdayê ji bo sekinandina firotina neftê di qada navneteweyî de doz vekirine û dê ev doz bi ser nekevin.
Mistefa diyar kir ku li gor rewşa giştî ya li Iraqê Kurdistan di warê binesazî, hawirdor û projeyên vejenê de li dinyayê tê teqdîrkirin û wiha axivî: "Em tenê ji budçeya Iraqê ji sedî 10 bi kar tînin. Bi vê me herêma xwe pêş xist. Diplomatên ku tên Iraqê û li herêma Kurdistanê digerin kêfxweşiya xwe tînin ziman. Ev jî serkeftina hikûmeta me ye. Iraq di warê binesazî, ceyran, vejen û projeyên xizmetê de bi ser neket. Rêvebirên li Bexdayê dixwazin Kurdistan jî paş keve."
- "Dê kurd bi hev re tevbigerin"
Mistefa destnîşan kir ku dê di hikûmeta nû de partiyên kurdan bi hev re tevbigerin û dê mizakere bi lijneyekê bidomin.
Mistefa diyar kir ku rêvebiriya Bexdayê dixwaze yekîtiya kurdan xirab bike û got îdiayên ku dibêjin dê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Tevgera Goran di hikûmeta Nûrî el-Malikî de cih bigirin perçeyekî şerê psîkolojîk e ku bi rêya medyayê tê meşandin.
Mistefa bal kişand ser meseleya Kerkûkê jî û got ku Kerkûk bajarekî Kurdistanê ye, divê Bexda êdî Kerkûkê jibîr bike.
- "Ez bawer im dê Amerîka bê teref bimîne"
Mistefa wiha axivî: "Ez li pişt gotinên xwe me. Divê Amerîka bê deng û bê teref bisekine. Gotinên min perçeyekî dîtinên hikûmeta Kurdistanê ne. Amerîka dixwaze em Bexdayê qane bikin. Lê bila carekê jî ew ji Bexdayê daxwaz bikin û serî bidin ser wan. Me di serdanên xwe yên li Washingtonê de got ku divê li Kurdistanê siyaseteke şefaf bimeşînin. Derdekî me bi Bexdayê re tuneye."
Mistefa destnîşan kir ku Amerîka dixwaze mijara neftê li gor berjewendiyên herdu aliyan çareser bibe û wiha axivî: "Li gorî me dê Amerîka bê teref nemîne. Lewra Bexda 6 meh e miaşên karmendên Kurdistanê dibire. Rayedarên Amerîkayê di vê mijarê de bêdeng man. Berdevka Karên Derve Marîa Harf û rayedarên din çima bêdeng man, çima bertek nîşan nedan. Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî başiyek kir û rojane 100 hezar warîl neft da Bexdayê, lê Bexda gavên erênî navêje."