AGIRÎ
Serokê Giştî yê Ak Partiyê û Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan di mitînga partiya xwe ya li pêşiya Qesra Dadê ya Agiriyê de bangî gel ki.
Erdogan wiha axivî: "Mesele xebat û xizmeta gel e. Em ê qala tiştekî bikin, gelo em ê çawa xizmetê bînin Agiriyê? Em ê ray bidin wê yan em ê ray bidin îdeolojiyan? Îro hin kes tên vir, ez ji wan dipirsim, ew çi dibêjin? Dibêjin li Agiriyê sindoq 13, 14, 15 caran hatin jimartin. Ji binî ve derew e. Mixabin BDPyê bi van viran ve careke din jî li Agiriyê serî li siyaseta qirêj da. Li vir sindoq tenê carekê seranser hatin jimartin, cara 2yan hîle û şik derket holê. Hilbijartin ji aliyê Lijneya Hilbijartina Bajêr ve hat betalkirin. Ango 13, 14, 15 car na, du car jî nehat jimartin."
Erdogan got, "birayên min, beriya her tiştî pêdiviya vê hişmendiyê bi demokrasiyê nîne" û wiha domand: "Pêdiviya vê hişmendiyê bi sindoqê tune. Ev hişmendî li hember azadiya hizr û ramanê rêz nagre. Ji ber ku heta niha van bi rêya tehdîdan ray ji gel stend."
"Bi tehdîdan nikarin xwe bigihînin derekê"
Serokwezîr Erdogan bal kişand ku li Bazîdê 6 welatî hatin revandin û wiha pê de çû:
"Ez bi awayekî eşkere diaxivim. Wan revand û karîgeriya vir jî ya malbata parlementerekî me yê Bedlîsê ye. Ji binî ve dest bi tehdîdan kirin û gotinê ji bo hilbijartina li Bedlîsê neçe wê navçeyê. Roja yekşemê li wir jî hilbijartinê çêbe. Bi tehdîdan nikarin xwe bigihînin derekê. Rojê carekê navê partiyê diguherînin, jixwe kêrî karekî din jî nayê."
"Zikê wan ji derewan têr nabe"
Serokwezîr gotegot û meseleyên ku beriya hilbijartinên 30yê adarê dihatin kirin jî bi bîr xist û axaftina xwe wiha domand: "Ez ji we rica dikim, li hemberî van derewan hişyar bin û hay ji xwe hebin. Agahiyeke derewîn a der heqê me de heke ku ji we re hat gotin ji wan bawer nekin. Kesên ku beriya hilbijartinê û di hilbijartinê de derewan bikin dema ku bên serê dê çi derewan bikin êdî hûn bifikirin. Zikê wan ji derewan têr nabe. Çi dibêjin? Piştî hilbijartinê 15 hezar polês şandine Agiriyê, ji bo Xwedê ka wan polêsan nîşanî me jî bidin. Hemû ji serî heta binî derew in. Dibêjin piştî 30yê adarê 2 hezar xort birine leşkeriyê. Meriv bi vê derewê dikene."
Serokwezîr di qada xebat û xizmetên şaredariyê de Agirî û Bazîdê da ber hev û wiha dewam kir: "Bi vana re xizmeta ji bo şaredariyê tuneye. Bazîd niha di destê BDPyê de ye. Çima? Nahêlin ku xwîşkên min ên xanim li wê derê dengên xwe bidin, wan dikin hundir, ew jî zanin ku heke ev xwîşkên min ên xanim dê raya xwe bidin me. Ez niha wisa bawer dikim ku vê carê xwîşkên min ên xanim dê hemû astengiyan binpê bikin. Ji ber vê jî roja yekşemê dê bala min li ser xwîşkên min ên xanim be, ew ê encamên baş derxin holê. Bi derew, îftira û îznatan ve siyaset nayê kirin. Rêya Kaxizmanê kê çêkir?, Rêya Bazîdê kê çêkir? Xizmet li meydanê ye, berhem li meydanê ye. Ker dicehime kurtanê wê dimîne, meriv dimire navê wî dimîne. Em bi kirinên xwe siyasetê dikin. Di siyasetê de divê rastî hebe."