ERBİL
Husamettîn Zenderlîoglû yê Parlamenterê Partiya Aştî û Demokrasiyê yê ku ji bo amadekirina Konferansa Neteweyî ya Kurda hat hilbijartin got:'' Ji niha û pê de armanc û niyeta kurdan ya damezrandina dewletekê tune ye.''
Zenderlioglu di daxuyaniya xwe ya ji nûçegihaê AAyê re kir de da zanîn ku konferans ji aliyê komîteya amedekariyê ve ya ji 21 kesan pêk tê û got:'' Me heta niha 4 civîn kirin. Ew ê ev civîn wek periyodîk dewam bikin. Dê komîsyon bên tespît kirin. Kî û çend delege dê beşdar bibin? Li gor serjimarê demokratîk û bi edelet dê bên belav kirin. Konferans dê bi îxtîmalek mezin di nevbera 20 û 30yê gelawêjê de bê kirin.''
Zenderlioglu da zanîn ku dê nêzikî 500 delege beşdarî konferansê bibin. Konferans berê li Moskova, Dewletên Yekbûyiyên Emerîkayê (DYE), Buruksel, Anqere û Diyarbekirê hatibû lidarxistin û herî dawî jî li Erbîlê dê bê lidarxistin.
Zenderlioglu got:'' Ji mêj de kurd hatine çewisandin. Welatê wan hatiye perçekirin. Her çar perçeyan ji hev re xerîb kirin. Lê niha sînor ji mêjî û dilê me hat malaştin. Ji bo me niha başûr, bakûr, rojhilat û rojava yek e. Lewra dema em difikirin dibînin ku dîrokek û jiyanek hevpar ya me heye. Di vê çarçoveya de hin jî taybetiyên Erbîlê yên xweser û şênber jî hene. Di çûnûhatinê de pirsgirêk tune ne û balafirgehek nav neteweyî heye. Ji bilî van derfetan nêrîna Birêz Mesût Barzanî jî erêniye.''