İSTANBUL
Serokwezîr Recep Tayyip Erdogan beşdarî fitara Komeleya Karsaz û Hemû Pîşesazan bû. Erdogan di axaftina xwe ya bernameyê de li ser komkujiya li Misrê sekinî û got: "Ew kesên ku hikûmeta ji aliyê gel ve hatiye hilbijartin qebûl nekirin, wê hikûmetê qelabtin. Ew jî têrî wan nekir, niha jî dest bi qirkirina gel kirin."
Erdogan axaftina xwe wiha domand: "Ewilî îradeya neteweyî qetil kirin, niha jî gel qetil dikin. Em wisa bawer dikin ku ev zalim di heman demê de tirsok in jî, tirsok ji mezlûman ditirsin, ji nifirên wan, ji nifirên zarokên ku sêwî hiştine, ji nifirên jinên ku jinebî hiştine ditirsin. Mixabin zalim qasê ku bi tirs in ewqas jî dibin zalim û xedar. Zordestiyê li gelê xwe û mezlûman dikin û bi wî awayî diçin winda dibin. Ew kesên ku di jiyana xwe de tu car li dijî dijminê welatê xwe nesekinîne, tevgereke birûmet ranexistine, bi kêrî welatê xwe û gelê xwe nehatine, niha li hemberi gelê xwe qaşo dibin qehreman, ev jî ji zalimtî, tirsektî û azicîyetiyê pêştir tiştek din nîne. Ev kes bi tenê bi gelê xwe dikarin, li hemberi gelê xwe dibin mêr, mêraniya xwe li ser serê gelê xwe dikin û bi tenê gelê xwe qetil dikin."
Ka li hemberî qirkirina Misrê li kê derê ne?
Erdogan destnîşan kir li Misrê dema ku demokrasî hat qetilkirin, dengê wan kesan derneket, niha jî gel tê qetilkirin lê mixabin dengê wan kesan dîsa jî dernakeve û wiha dewam kir: "Kanê Ewropa? Kanê YE? Kanê hêjayiyên Ewropayê? Ewên ku dersa demokrasiyê didan, kanê demokrasî? Li kê derê ne hêjayiyên demokrasiyê? Neteweyên Yekbûyî li kê derê ye? Ew kesên ku polêsên Tirkiyeyê ji ber bikaranîna xaza îsotê rexne dikirin, li dijî derbeya Misrê û qirkirinê li kê derê ne. Ew kesên ku îlan didan rojnameyan û heqaretên herî xerab li Tirkiyeyê dikirin, li Misrê di şevekî de 200 kes hatin kuştin, kanê hûn li kê derê ne? Hûn çima vê yekê jî nabînin. Çima deng nayê we. BBC, CNN û medyaya ku weşana navneteweyî dike, we bûyerên parka geziyê bi weşanên zindî dida, li Misrê derbe hat kirin, niha jî gel tê qirkirin, hûn çima vê nabînin. Hûn çima vê yekê jî bi weşana zindî ya bi saetan, bi dinyayê nadin hesandin? Hûn nabînin lewra ne li gor hesabê we ye."
Erdogan bangî alema Îslamê jî kir: "Ey alema Îslamê, birayên we li Misrê tên qetilkirin. Li Misrê, maf, dad û wijdan tê qetilkirin. Gelo hûn ê vê yekê kîngê bibihîsin? Kîngê bibînin? Xwîna birayên we tê rijandin, gelo hûn ê kîngê bi vê yekê bihesin? We li Sûriyeyê ferq nekir, li wê derê 100 hezar însan hatin kuştin, dengê we derneket. Hetanî kîngê, hê jî dengê we dernakeve. Ji xwe bîr nekin siberoj dibe ku heman tişt bê serê we jî."
Serokwezîr nirxandinên xwe yên li ser bûyer û qetilkirina Misrê domand û wiha pê de çû: "Xwîna sivîlên mesûm ên ku dirije, bi dest, ser û çavên wan kesên ku li hemberê vê qirkirinê bê deng mane ve geriyaye. Kesên ku li hemberê vê komkujiyê bê deng mane, şirîkê vê komkujiyê ne. Em ê nebin şirîkê vê hovîtiyê. Em Tirkiye ne. Em ê li hemberê neheqiyê bisekinin. Em ê nebin weke şeytanê ku li hemberê neheqiyê bê zar û ziman dimîne. Dengê tu kesî dernekeve jî li hemberê vê rewşê em ê dîsa jî bê deng nemînin."