22 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 23 Tîrmeh 2016
WASHINGTON
Serokê DYAyê Barack Obama destnîşan kir ku ew di pêvajoya îadekirina Fethullah Gulenê serkirdê Rêxistina Terorê ya Fethullahî (FETO) da biryardêr nîne û got, "Pêvajo wê li gor hiqûqê bi rêve biçe."
Obama anî ziman ku bêyî cihêkirina fikra siyasî ya gelê Tirkî, bi biryarî li dijî derbeyê serkiniye û pesnê berxwedayîna dijî derbeyê da û got, "Em piştevanê hikûmeta hilbijartî ya Tirkiyeyê ne."
- Di îadekirina Gulen da wê pêvajoya hiqûqî bixebite
Obama destnîşan kir ku ew di pêvajoya îadekirina Gulenê serkirdê FETOyê da birayardêr nîne û got, "Pêvajoya îadekirina Gulen wê li gor hiqûqê bê rêvebirin; di vê mijarê da biryardêr ez nînim."
- "Îdiayên têkildariya DYAyê bi hewla derbeyê ra bê bingeh in"
Serokê DYAyê her wiha got ku, "Hemî îdiayên wekî tê gotin eleqeya DYAyê bi hewla derbeyê ya Tirkiyeyê ra heye bê bingeh in."