21 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 22 Tîrmeh 2016
BRUKSEL
Di rapora Europal da hat destnîşankirin ku PYD û YPGya baskê wê yî çekdarî berdewama PKKya rêxistina terorê ne li Sûriyeyê.
Rêxistina Polês li Ewropayê (Europol) bi sernavê "Li YEyê Rewşa Terorîzmê û Trenda Wê 2016" raporek belav kir.
Di raporê da ciheke giring ji PKKya rêxistina terorê ra hat veqetandin. Hat gotin ku PKKê di 2015an da êrîşên terorî li welatên Ewropayê li dar nexistiye lê belê ew kom ji aliyê YEyê va di nava rêxistinên terorê da tê hejmartin.
Herwiha hat tomarkirin ku piştî temûza 2015an li Ewropayê perekomkirin û çalakiyên propagandaya PKKê û beşdarîbûn zêde bûye.
Hat destnîşankirin ku pereyê ku ji welatên weke Awusturya, Belcika, Fransa, Almanya, Yewnanistan, Romanya, Swêd, Swîsre û Hollandayê tên komkirin di bin navên weke bexşîş, kirêya endamtiyê û aîdatê tê berhevkirin.