Nihat Kavşut
10 Nîsan 2018•Rojanekirin: 10 Nîsan 2018
ANKARA
Serokomar Erdogan der barê daxuyaniya Sergey Lavrovê Wezîrê Karên Derva yê Rûsyayê da ku gotibû li bendê ne Efrînê teslimî rejima Sûriyeyê bikin wiha axivî: "Ev helwest gelekî şaş e. Em baş dizanin ku em ê Efrînê teslîmî kê bikin."
Serokomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan piştî Civîna Koma Meclisê ya AK Partiyê daxuyanî da rojnamevanan.
Erdogan li ser pirsa der barê daxuyaniya Sergey Lavrovê Wezîrê Karên Derva yê Rûsyayê da ku gotibû li bendê ne Efrînê teslîmî rejima Sûriyeyê bikin wiha axivî: "Ev helwest gelekî şaş e. Em baş dizanin ku em ê Efrînê teslîmî kê bikin. Li Sûriyê halê hazir bila teslîmkirina deverên ku di bin kontrola welatên din da ne ji bo Sûriyeyê were xeberdan. Gotina 'Ew der dane rejimê' me qanih nake. Dema wext hat em ê Efrînê teslîmî Efrîniyan bi xwe bikin. Lê wextê vê di destê me da ye. Em ê wê diyar bikin, ne Birêz Lavrov."
Serokomar Erdogan li ser pirsa ji bona geşedanên li Xûtaya Rojhilat wê bi Donald Trumpê Serokê Amerîkayê û Vladimîr Putînê Serokê Dewleta Rûsyayê ra biaxive yan na wiha xeberda: "Ez û Birêz Putîn em her gav xeberdanên bi vî rengî dikin. Bi Birêz Trump ra jî dikin. Em ê cardin bikin."